Ji bo 13 parêzgehan hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li parêzgehên Erzirom, Agirî, Amed, Mêrdîn, Bedlîs, Çewlîg, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Mûş, Colemêrg û Wanê dê baraneke zêde bibare.

Saziyê destnîşan kir ku divê ji ber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha hat ragihandin ku dê li çend parêzehan jî pileyên germê ji 4 heta 6an kêm bibin û dê li cihên bilind berf bibare.

Şeva borî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lehî rabû û zerer gehişt mal, dikan û otomobîlên xelkê.

Herwiha li parêzgehên Bedlîs, Şirnex, Wan û Sêwazê ji ber şertên neyînî yên hewayê dibistan îro girtî ne.