Li 4 parêzgehên Bakur dibistan hatin girtin

22-03-2024
Nîşan Wan Bedlîs Şirnex Sêwaz Dibistan Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Bedlîs, Şirnex, Wan û Sêwazê ji ber şertên neyînî yên hewayê dibistan îro girtî ne.

Li navçeyên Bêşebab, Qileban û Cizirê yên Şirnexê dibistan îro nînin.

Şeva borî li Cizîrê lehî rabû û xisar gihişt gelek xanî û otomobîlan.

Ji ber ku şilî berdewam dike li Cizîrê dê îro dibistan venebin.

Herhiwa li Bêşebabê ji ber berf û pûkê û li Qilebanê jî ji ber barana zêde dê dibistan îro girtî bin.

Li parêzgeha Bedlîsê û li navçeya Ezbiderê ya Sêwazê jî ji ber heman sedeman dibistan dê îro nebin.

Dîsa dê navçeya Miksê ya parêzgeha Wanê ji ber barîna berfê dibistanên gundan ên ku xwendekar bi serwîsan diçin wan girtî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst