Di ava Gola Wanê de rêwîtiya koça masîkefalan dirêj dibe

22-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi tesîra kêmbûna berf û baranê û her wiha zêdebûna dûkeliyê di asta ava Gola Wanê de kêmbûn çêbû û ev yek jî dibe sedem rêya masîkefalên ku her sal di 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê de koçî avên şirîn dikin, dirêj bibe.

Bi tesîra hişkesaliyê kêmbûna asta ava li peravên Gola Wanê berdewam e.

Ev kêmbûna di asta avê de dê tesîrê li masîkefalan bike ku her sal ji ava şor û bi soda ya Gola Wanê koçî avên şirîn dikin.

Mamosteyê  Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş ku li ser Gola Wanê û masîkefalan lêkolîna dike diyar kir ku ji rêwîtiya masîkefalan re hindik ma.

Dr. Mustafa Akkuş bal kişand ku masîkefal bi qasî aboriyê, ji bo turîzma bajêr jî girîng in û wiha dewam kir: "Rêwîtiya koçê ya masîkefalan kêm bû. Berê cihê ku çem û av digihîştin golê niha hema hema 2-3 kîlometre dûr in. Lewma jî masîkefal neçar in ku li gorî salên çûyî, mesafeyeke 2-3 kîlometreyî zêdetir biçin. Helbet yekane pirsgirêk ne ev e. Dîsa pirsgirêkeke mezin a din jî ew e ku ji ber germbûna kurewî asta ava çeman kêm dibe. Ji ber van sedeman jî rêwîtiyeke dijwartir li benda masîkefalan e. Em hêvî dikin ku zêdetir baran bibare da ku asta ava çeman zêde û bilind bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst