Li Rihayê ciwanekê bi xeletî dayîka xwe kuşt

22-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekê di dema bi debanceyê dileyîst de di nav desta de teqiya û dayîka xwe kuşt.

S.Ayê ku li mala xwe ya li Taxa Ayvanatê bi demançeyê dileyîst, demançe di dêst da teqiya û di encamê de gule li serê diya wî Aysel Ayê (43) ket.

Jinika ku bi giranî birîndar bû, bi destê ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat veguhestin, lê li vir ligel midaxeleyê nehat rizgarkirin.

Mirovên malbatê yên bi bûyerê hisiyan, çûn nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê ji bo dîtina S.Ayê revî, xebat dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst