"Em ji Mesûd Barzanî dixwazin ku Pêşmergeyan bişîne Efrînê"

22-03-2023
RÛDAW
"Em ji Mesûd Barzanî dixwazin ku Pêşmergeyan bişîne Efrînê"
"Em ji Mesûd Barzanî dixwazin ku Pêşmergeyan bişîne Efrînê"
Nîşan Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karvedanên li ser bûyera komkuj kirina endamên malbateke Cindirêsê berdewamin, xelk daxwazê dikin ku Pêşmerge biçin navçê û wan biparêzin.Ew dibêjin ew grûpên çekdar ku li navçê hene zulmê li wan dikin. Xwepêşandereke ji Efrînê got, "Em ji Mesûd Barzanî dixwazin ku Pêşmergeyan bişîne herêma Efrînê."

Ev xwepêşandana bixaksipartina qurbaniyên komkukiya Cindirêsê ye. Ji hemû navçeyên Herêma Efrînê, welatî hatin wî bajarokî, ji bo beşdariyê di wê rêûresmê de bikin.

Xwepşanderan dirûşmên şermezarkirinê li dijî encamderên wê tawanê û grûpên çekdar bilind kirin.

Xwepêşander daxwaza aştî û azadiyê dikin, hevdem dibînin ku grûpên çekdar sedema sereke yên wan nehametî û bobelatan in, ku bi dirêjiya 5 salan têne serê wan.

Xwepêşandereke ji Efrînê got, "Em ji Mesûd Barzanî dixwazin ku Pêşmergeyan bişîne herêma Efrînê û em ewlehiyê dixwazin, em dixwazin di malên xwe di nava ewlehiyê de rûnin."

Êvara 20ê Adara 2023yan, bi sedema dadana agirê Newrozê, çekdarên ser bi grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye, welatiyên sivîl gullebaran kirin.

Di wê komkujiyê de, 4 welatiyên Kurd, ji malbata Pêşmerg canên xwe jidest dan, û 2 kes jî birîndar bûn.

Roja Newrozê 21ê Adarê, di xwepêşandaneke mezin de, cenazeyên qurbaniyan, bi beşdarbûna hezarên kesan, li wî bajarokî, bi xakê hatin spartin.

Karvedanên şermezarkirinê li hember wê komkujiyê li Efrîn û gelek deverên din berdewam in û bêhtir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst