Fînala pîrozbahiyên Newrozê li Amedê bi beşdariya deh hezaran kesî hat pîrozkirin

Amed (Rûdaw) - Fînala pîrozbahiyên Newrozê li Amedê bi beşdariya deh hezaran kesî hate kirin. Hema bêje temamê partî û aliyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê li heman qadê civiyan. Newroz di ber siya xembariya erdhêja çûyî de lê dîsa jî bi coş û rengên xwe yên salên çûyî.

Amed careke din ji şefaqê ve şiyar bû û ji çar aliyên bajêr ve xelk herikî qada Newrozê. Li dora rêyên ku derdikevin qadê bi bendên stûr hatine pêçan û kelecana xelkê li van deriyên pişkînînê asê dimîne. Ji ber ku rê nehat dayîn ku xelk bi cilûbergên netewî beşdarî Newrozê bibin.

Li qada Newrozê ku bi deh hezaran kesî mişt bû xem û êşa erdhêjê û coşa Newrozê bi hev re hewiyan. Dîke bi rengê reş, di hemû axaftinan de jî êş û xemên karesatê li ser zimananbû, lê mizgîniya biharê jî kir ku xelk xwe ji govendê ranegire.

Li hêla din protokoleke qerebelix jî amade bû. Serkirdeyên siyaseta Bakur, pêşengên partiyên Kurdistanî û şandeke hevpar ji 4 partiyên Başûrê Kurdistanê jî amadebûn. Ji çend welatên Ewropî şandên cûda û hejmarek medyakar jî hazirbûn. Serokê YNKê Bafil Talabanî jî bi vîdeo peyamek şandibû.

Bi hezaran kesî li qadê li dora agirê Newrozê govend gerandin, alayên kurdistanê û sûretên pêşengên li çar perçeyan hatin bilindkirin. Newroz bi stran û konsertan, bêyî ku tiştekî neyînî biqewime bi dawî hat.