Serok Barzanî ji bo hatina meha Remezanê peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya meha Remezanê de got, “Bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.”
Serok Barzanî îro Çarşemê peyamek belav kir û meha Remezanê li Misilmanan pîroz kir û ragihand, “Ji xwedayê mezin hêvîdarim îbadet û niza û rojiyên hemûyan qebûl bike û meha pîroza Remezanê ji bo hemû aliyek bibê hewêna xêr û bereket û ronahiyê.”
Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim îbadet û niza û rojiyên hemûyan qebûl bike û meha pîroza Remezanê ji bo hemû aliyek bibê hewêna xêr û bereket û ronahiyê.
Mesûd Barzanî
30ê Şabana 1444
22ê Adara 2023an