Nêçîrvan Barzanî: Em Remezanê bikine derfeteke nû ji bo yekrêzî û xebata hevpar

22-03-2023
RÛDAW
Nîşan Meha Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya hatina meha Remezanê de got, “Werin em nirx, ders û wateyên mirovî yên vê meha pîroz bikine derfeteke nû ji bo tolerans, lihevhatin û hewla bihevrebûnê, yekîtî, yekrêzî û xebata hevpar.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatina meha Remezanê li Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand, “Ez ji Xwedayê mezin dixwazim meha Remezanê xêr, xweşî, aramî û rehetiyê bi xwe re bîne û rojî û îbadetên her kesî qebûl bike.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Werin em nirx, ders û wateyên mirovî yên vê meha pîroz bikine derfeteke nû ji bo tolerans, lihevhatin û hewla bihevrebûnê, yekîtî, yekrêzî û xebata hevpar. Ji bo ku em hemû bi hev re ji pirsgirêk û nakokiyan derbas bibin, baştir xizmeta Kurdistanê bikin û berjewendiyên bilind ên gel û welatê xwe biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst