Ferit Şenyaşar li ser daxwaza HDPê bû berendamê parlamenteriyê

22-03-2023
RÛDAW
Nîşan Ferit Şenyaşar Malbata Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ferit Şenyaşar kurê Emine Şenyaşar diyar kir ku li Rihayê serlêdana berendamtiya parlamenteriyê li HDPê kiriye û got, “Ezê bibim dengê hemû kesên ku li vê erdîgariyê rûbirûyî neheqiyê û bêedaletiyê bûye.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, êrîşî endamên malbata Şenyaşar kiribûn û ji wê malbatê Haci Esvet Şenyaşar û du zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin û sê kurên wî Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar bibûn. Herwiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Dayika Emine Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar nêzîkî 2 sal in li pêşiya Dadgeha Rihayê çalakiya Edaletê dikin.

Ferit Şenyaşar roja Çarşemê 22ê Adara 2023an ragihand ku li ser daxwaza HDPê serlêdana berendamtiya parlamenteriyê kiriye û dê nobeda wan ya edaletê jî berdewam be.

Herwiha Şenyaşar dibêje eger wek parlamenter bê hilbijartin dê hewara edaletê bighîne parlementoyê jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst