Hewlêr: Li dijî kuştina 4 Kurdan li Efrînê xwepêşandanek li ber Neteweyên Yekbûyî hate kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî xelkê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî kuştina 4 Kurdan li Cindirês a Efrînê kirin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê îro Çarşemê 22ê Adara 2023an li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê xwepêşandanek li dijî kuştina 4 Kurdan li Cindirês a Efrînê kirin û daxwaznameyek dane berpirsên Neteweyên Yekbûyî.

Xelkê daxwaznameyeke 8 xalî ji bo bidawîanîna binpêkirinên li Efrînê amade kir û çûne ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê. Daxwazname bi navê van kesan e ku hemû bajar û bajarokên Rojavayê tê de beşdar in, piranî jî xelkê Efrînê ne.

Zarok û mezin gulebarankirina 4 welatiyên Efrînî di şeva Newrozê de li bajarokê Cindirêsê şermezar dikin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Osman Menan got, “Em li gel berpirsê UNê yê herêmî civiyan û me daxwazên xelkê gîhandine wan û wan jî ji aliyê xwe ve tekezî li ser wê yekê kirin ku ew dê dengê me bigihînin aliyên peywendîdar.”

Xalên wê daxwaznameyê ev in, “Dadgehkirina tawanbaran, rawestandina binpêkirinan, derketina hêzên çekdar ji Efrînê, radestkirina Efrînê ji bo xelkê wê, gerentîkirina vegera xelkê bo deverên wan, vegerandina Erebên hawirde bo deverên wan ên resen, azadkirina zîndaniyên Efrînê û Efrîn û Cindirês wek navçeyeke wêrankirî were naskirin.”

Bi dirûşmên cuda ji bo piştevaniya Efrînê û bi Alaya Kurdistanê û çiqlê zeytûnan, xwepêşandan hate lidarxistin, daxwaziyê wan jî hemû yek bûn.

Xwepêşander Emîne Reşwelîk anî ziman, “Divê hêzên çekdar ji Efrînê derkevin û Tirkiye segên xwe bibe ji ber ku xelkê me sivîl in û tiştek di destê wan de tune ye.”

Xwepêşander Fatima Ebdulrehman got, “Em xelkê Efrînê qet natirsin û em ê berdewam bin li ser xwepêşandanan.”

Xwepêşander Ebdo Hiskê anî ziman, “Divê hêzeke navdewletî bikeve Cindirêsê ji ber ku ev 5 sal in Efrîn rastî dagirkirinê hatiye û kesek alîkariyê wê nake.”

Xwepêşander Henîf Mihemed jî got, “Tişta ku tê dîtin, ne ji 10% ya ku li Efrînê diqewime, lewma em daxwaz dikin ku hêzeke navdewletî were Efrînê ji bo eşkerekirina hemû binpêkirinan.”

Roja 20 Adarê, di dema pêxistina agirê Newrozê, çekdarên grûpa bi nave Ehrar El-Şerqiya malbateke naskirî ya bi nave Pêşmerg gulebaran kirin û di encamê de 4 kesên ji wê malbatê cane xwe ji dest dan, xwepêşandanên xelkê Rojavayê Kurdistanê jî ji wê demê ve berdewam in.