AMED - Îdiaya "polîsan îşkence li zarokekî 14 salî kirin û gefa kuştinê lê xwarin"

22-03-2023
Rawîn Stêrk
AMED - Îdiaya "Polîsan îşkence li zarokê 14 salî kirin û gefa kuştinê lê xwarin"
AMED - Îdiaya "Polîsan îşkence li zarokê 14 salî kirin û gefa kuştinê lê xwarin"
Nîşan Amed Îşkencekekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku li navçeya Licê ya Amed a Bakurê Kurdistanê zarokekî 14 salî di roja Newrozê de rastî îşkenceya polîsan hat û “gef lê xwarin heger Sirûda Neteweyî ya Tirkan ji ber neke dê bê kuştin” û paşê jî dest û lingên wî girêdane ew avêtine cihekî tarî.

Bav û parêzerê zarokê ji Rûdawê re diyar kirin ku Yusuf D. yê 14 salî bi saetan hatiye îşkencekirin û gef li wî hatine xwarin ku heger heta sibê “Sirûda Neteweyî ya Tirkan û Xîtabeya Ciwanan a Ataturk” jiber neke dê were kuştin.

Vîdeoyeke zarokekî ku li ser çav û laşê wî birîn hene li ser medyaya civakî bû sedema nerazîbûnan. Di vîdeoyê de tê dîtin Yusuf D yê 14 salî ku di axaftinê de zehmetî dikişîne diyar dike ku ew ji aliyê kesên xwe wek polîs dane nasîn ve hatiye desteserkirin û bi saetan îşkence lê hatiye kirin, piştre dest û lingên wî girêdane û ew avêtin qeraxa çemekî.

Zarokê bi navê Yusuf D. di vîdeoya ku li nexweşxaneyê hatiye girtin de dibêje, “Ez li wê derê bûm ku biçim ber agir. Wan ez birim. Piştre li min dan. Dest û lingên min girêdan û gef li min xwarin. Polîs bûn 4 kes bûn bi binê çekê li min dan. Bi kefiya min bi min re bû. Bi kefiya min devê min girêdan. Bi kelemçeyê jî lingê min girêdan. Gotin bêje ez Tirk im an em dê te bikujin. Gotin dijûna bide Apo. Piştre dijûn dan min jî. Piştre ez birim avêtim ser asfaltê. Piştre hatin û ez avêtim çalekê. Gotin tu dê Sirûda Îstîklalê ji ber bikî.”

Parêzerê malbatê, endamê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Ramazan Karabulut ji Rûdawê re diyar kir ku muwekîlê wî bi wesayîtekê hatiye birin anî ziman, “Dema ku muwekîlê min di nav wesayitê de bûye, demeke dirêj rastî dijûnan, heqaretê tê. Zexta 'dijûnan li Kurdan bike û pesnê Tirkan bide' lê tê kirin. Dema ku zarok ji tirsa naaxive, doza tundûtûjiyê zêde dikin. Paşê wî dibin cihekî 7 km dûr û bi lêdanê wî ji wesayitê peya dikin. Li derve jî lêdanê berdewam dikin. Destê zarok ê rastê bi kefiyê li stûyê wî girê didin bi awayekî ku dev û çavên wî werin girtin. Bi kelemçeyê pola jî lingên wî girê didin. Piştî lêdana bi demeke dirêj, li kêleka çemekî li cihekî çolistanî wî dihêlin. Kelemçeyê pola vedikin. Dest û serê wî girêdayî dihêlin. Tiştekî nenas bi xirkeya wî ve dikin. Jê re dibêje ku ew GPS e. Lêbelê em wisa difikirin ku ew ne GPS bû.”

Ramazan Karabulut diyar kir ku polîsan Yusuf D. ê 14 salî ku bi wî awayî li ber çem hîştine, bi GPSê gef li muwekîlê wî xwarine ku heger Sirûda Neteweyî ya Tirkan, Sirûda Mehmetçîk û Xîtabeya Ciwanan a Ataturk jiber neke dê wî bibînin û bikujin.

Gefa "Hûn dixwazin em Torosên Spî derxin"

Ramazan Karabulut her wiha anî ziman, “Di malbata muwekîlê min de kesekî ku hatiye kuştin heye. (Polîs) Dibêjin, 'Ji xwe di malbatê de leşekî we heye. Heger tu van sirûdan jiber nekî, em ê te jî bikin leş.' Nêzîkî piştî 7 saetan cotkarekî ku di wir re derbas dibe muwekîlê min dibîne û dibe nexweşxaneyê. Li vir jî polîsên ku gazî nexweşxaneyê kirin, zext li doktor kirin ku rapora destavêtinê nede. Polîsê ku ji bo nexweşxaneyê tê gazîkirin zextê li pizîşk dike rapora lêdanê nenivîse lê pizîşk raporê dinivîse û di wê demê de bavê wî tê nexweşxaneyê dibêje ku ez ê pey bûyerê bikevim, polîs vê carê gefeke wiha dixwe 'Ev ji bo we kêm e jî. Hûn dixwazin ku em careke din Torosên Spî derxin holê.”

Bav: Ji ber ku polîs zarok aciz dikin em wî dibine malê

Li gorî agahiyên Rûdawê, bavê Yûsif D. Yilmaz D. ragihand ku kurê wî duh di demjimêr derdora 21:00an de piştî ku beşdarî pîrozbahiya li derdora agirê Newrozê bûye û di rêya vegerê de, li navenda navçeyê ji aliyê kesên ku tê îdiakirin polîs in ve tevî hevalekî xwe yê 10 salî tê desteserkirin. Zarokê din ji ber ku biçûk bûye hatiye berdan, Yusuf D. li wesayîtê tê siwarkirin û ji aliyê 4 kesan ve rastî îşkenceyê tê.

Bav Yilmaz D., diyar kir ku kesên ku xwe weke polîs dane naskirin gef li kurê wî xwarine û gotine, “Eger heta sibê Sirûda Neteweyî ya Tirkan, Sirûda Mehmetçîk û Xîtabeya Ciwanan a Ataturk jiber neke, dê wî bikujin.”

Yilmaz D. anî ziman ku zarokê wî li nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatiye bêzarkirin û anî ziman, “Em ê zarok bibin malê. Ji bo dermankirinê em ê sibê dîsa bibin nexweşxaneyê.”

Baroya Amedê derbarê tundûtîjiya polîsan a li hember zarokê Kurd gilî tomar kir

Baroya Amedê ragihand ku wan derbarê ew polîsên ku li navçeya Lîce ya ser bi parêzgeha Amedê tûndûtîjî li zarokekî Kurd ê 14 salî kirine li dozgeriyê gilî tomar kirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren roja Çarşemê 22ê Adara 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku ew zorok rûbirûyî tûndûtîjiya polîsên Tirkiyê bûye û got ku wan derbarê bûyerê de gilî tomnar kiriye û niha dosye li dozgeriyê ye.

Baroya Amedê jî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku wan ji ber binpêkirina mafê jiyanê, êrîşa fîzîkî û devkî,  îşkence, sivkatîkirin û miamelaya xirab a li hember wî zarokê 14 salî li ser wan polîsan gilî tomar kirine û tekez kiriye  ku ew dê bûyerê bişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst