7 rêxistinên Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa Efrînê bang li raya giştî ya navdewletî kirin
Hewlêr (Rûdaw) – 7 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li ser rewşa Efrînê û kuştina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê de ji raya giştî ya navdewletî re belav kirin û tê de 6 xal pêşkêş kirin.
Şepêla Azadiya Kurdistanê, Partiya Pêşverû, Partiya el-Wehde, Partiya el-Partî, Partiya Wîfaq, Komîteya MAF û Encûmena Rûspî û Serbixweyên Kurd daxwaz kirin herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve dagîrkirî ne ji aliyê civaka navdewletî ve bên parastin, Tirkiyê hêzên xwe ji wan herêman vekişîne, grûpên çekdar ji Efrînê bên derxistin û rêveberiya wê ji bo xelkê wê bê radestkirin, kujer ji ba dadgehê bên radestkirin û bên cezakirin, mal û milkên Efrîniyan ji bo wan bên vegerandin û Grûpa Ehrar el-Şerqiye û hevşêweyên wê wek grûpên terorîst bên hejmartin.
Her wiha xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn îro Pêncşemê, di demjimêr 11:00an de li pêş baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kom bûn û daxwaz dubare kirin.