Hevpeymaniya Navdewletî çiyayê Qereçox bombebaran kir

22-03-2021
RÛDAW
Nîşan Hevpeyamaniya Navdewletî Çiyayê Qereçox DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî çiyayê Qereçox li sînorê Mexmûrê bombebaran kirin.

Fermandarekî hêzên Pêşmerge li sînorê Mexmûr ji Rûdawê re ragihand, duh seet 17:45 û 17:48, balafirên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî çiyayê Qereçox bombebaran kirin.

Berpirsekî ewlekarîya Iraqê jî got, di encama bombebaranê de nêzîkî 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û çend pêgehên wan jî hatin wêrankirin û jinavbirin.

Duh

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto duh li ser Twîterê belav kir, di dema borî de balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî 133 êrîşên asmanî li çiyayê Qereçox encam dane.

Li gor zanyariyên Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, di encama wan bombebaranan de 61 cihên xweveşartinê û 24 şikeftên DAIŞê hatine wêrankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst