Newroz li Wanê bi coş hat pîrozkirin

Wan (Rûdaw) - Piştî bajarê Amedê, li Bakurê Kurdistanê duyemîn navnîşana pîrozbahiya Cejna Newrozê bajarê Wanê bû.

 

Merasîma pîrozbahiya cejna Newrozê wek her her sal îsal jî li bin Kelha Wanê li Parka Çandê hate lidarxistin, çend roj bû sir û serma ji bajarê Wanê kêm nedibû, lê di roja Newroza îsal de rewşa hewayê ji bo derketina derve guncav bû. Serê sibê zû xelk pêl bi pêl ber bi qada Newrozê ve hatin.

 

Welatiya bi navê Rehîme Erdem diyar kir ku "em Kurd in û heta em hebin em kurdayetiya xwe bernadin".

 

Mehmud Keskîn jî dibêje ku "hêviya min ji vê Newrozê Kurdistaneke azad, jiyaneke azad, jiyaneke demokratîk e".

 

Pîrozbahiya Newrozê li bajarê Wanê di kêliyên nav rojê de her germ bû û bi dadana agirê Newrozê kelecana nav qadê zêdetir bû

 

Beşdarê pîrozbahiyê Mihemed Emek dibêje ku "em ji bilî aştiyê ti tiştek naxwazin".

 

Ji bilî endam û serkirdeyên HDPê berbijêrên şaredariyên Wanê û herwiha Serokê Gişti yê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî vexwendiyên pîrozbahiyê bûn.

 

Berbijêrê HDPê yê Şaredariya Bajarê Wanê Murat Avci ji Rûdawê re ragihand ku "Newroz dê derî li gelek tiştan veke, 31ê Adarê jî ji bo demokrasî, azadî, aştî, biratî û wekheviyê derî fireh bike û Xwedê rêya me tev vekirî bike".

 

Piştî konsertên komên muzîkê yên herêmî û hunermendên wek Yunis Agirî û Kadir Çat, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ji xelkê Wanê re gotareke dirêj pêşkeş kir, rojeva Temellî her hilbijartinên 31ê Adarê bû. Ahenga Newroza Wanê piştî demjimêr 3 bi dawî hat û girse belav bû.