EFRÎN – Bombe bi leşkerên Tirkiyê ve teqiya

Navenda Nûçeyan – Li Efrînê bombeyek bi leşkerên Tirkiyê ve teqiya û li gorî medyayên Tirkiyê di encama teqînê de çend leşkerên wî welatî hatine kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûne.

 

Ajansa nûçeyan a DHA a Tirkiyê ragihand, îro Pênşemî 22ê Adarê li navenda bajarê Efrînê teqînek çê bû.

 

Li gorî wê nûçeyê, teqîn di demekê de çê bû, ku hêzên Tirkiyê li navenda bajarê Efrînê mijûlî operasyonekê lêgerîn û pişkinînê bûn.

 

Ajansa DHA herwiha diyar kiriye, ku di encama teqînê de hejmarek leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û çend leşker jî birîndar in. Li gorî heman çavkaniyê, birîdnarê teqînê ji  bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletî ya Hatayê li Tirkiyê hatine veguhastin.

 

Li aliyekê din YPGê ragihand, şervanên wan li Efrînê 5 çekdarên girêdayî Tirkiyê kuştine.

 

YPGê da xuyakirin, li gundê Kîmarê yê li gundewarê Efrînê şer di navbera şervanên YPGê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên oposizyona Sûriyê de derket û di encamê de, li gor ku YPG dibêje, 5 kes ji hêzên Tirkiyê hatin kuştin.

 

Herwiha YPGê destnîşan kir, ku îro danê sibehê hêzên Tirkiyê êrişî gundê Beradî jî kirin û li wê derê jî şer di navbera her du aliyan de rû da. Bi gotina YPGê, hêzên girêdayî Tirkiyê hewl didin ku wî gund kontrol bikin, lê belê şervanên wan bi tundî berevaniyê dikin.