Tirkiyê Balekayetî bombebaran kir; 4 sivîl şehîd bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê devera Balekayetî ya li sînorê qezaya Çomanê bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, sibehiya îro Pênşemî 22ê Adara 2018ê, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê, sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê me got, firokeyên Tirkiyê gundên Mawnan, Wesan û Serkaniyan li devera Balekayetî ya ser bi qezaya Çomanê bi giranî bombebaran kirine.

 

Li gorî zanyariyan, di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

 

Herwiha ji ber bombebaranan, çend baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî wêran bûne.

 

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, gelek caran wan deveran bombebaran dike.

 

Rêveberê Bajarokê Qesrê, Şaxewan Wertî li ser êrişa firokeyên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, sê firokeyên şer ên Tirkiyê Dola Baleyan li sînorê bajarokê Qesrê yê ser bi qezaya Çomanê ve bombebaran kirin, ku di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, ku bi mebesta geşta Newrozê hatibûne deverê.

 

Şaxewan Wertî got, welatiyên li vê deverê malên wan li komelgehên Pîrzîn û Şawêys ên ser bi Hewlêrê ve ne û ji ber cejna Newrozê serdana deverê kiribûn.

 

Wertî got, “termê 2 kes ji qurbaniyan niha li Wertê ne û tên din dê bo Hewlêrê bêne vegerandin.”

 

Rêveberê Bajarokê Qesrê destnîşan kir, “di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de herwiha 4 baregehên PKKê li deverê wêran bûne û zirar gihîştiye gundên Mawnan, Wesan û Serkanê.”