VÎDEO - Pêşmerge ala DAIŞê anî xwarê

22-03-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Mexmûr (Rûdaw) – Pêşmergeyî Başûrê Kurdistanê li sînorê Mexmûrê derbasê sînorê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de bû û ala DAIŞê ku li ser girekê hatibû bilindkirin, anî xwarê.

 

Li sînorê navçeya Mexmûrê, îro çarşemî 22ê Adarê pêşmergeyek ji bo ku ala DAIŞê bîne xwarê, bi hewleke partîzanî derbasî nav sînorê bin desthilatdariya wê rêxsitinê dibe.

 

Li gorî zanyariyên ji fermandeyên hêzên pêşmerge yên li sînorê Mexmûrê ve, ew ala DAIŞê di navbera her du gundên Raşidiye û Ruwale li rojavayê Mexmûrê li ser girekê hatibû bilindkirin.

 

Berpirsên Hêza Pêşmerge dibêjin, çekdarên DAIŞê bo parastina wê ala xwe, li tevahiya derdora wê alê mayîn û bombeyên vedayî danîne.

 

Pêşmergeyek bi navê Subhî Ebdulezîz ku ser bi Ketîbeya Endazyariyê ya Hêza Pêşmerge ye, tevî çend hevalên xwe yên din ên Pêşmerge ji bo ku ala DAIŞê li ser girê navbera her du gundên Raşidiye û Ruwale bînin xwarê, dest bi hewleke partîzanî dikin û derbasî nav sînorê çekdarên DAIŞê dibin.

 

Piştî ku ew çend pêşmerge xwe digihînin girê ku ala DAIŞê li wir hatiye hildan, Pêşmerge Subhî Ebdulezîz wê ala rêxsitina DAIŞê li ser girê navborî tîne xwarê.

 

Her çend piraniya deverên navçeya Mexmûrê niha di kontrola hêzên Pêşmerge de ne, lê belê hêj jî hin gund û dever û bi taybet jî li Deşta Qeracê di bin desthilatdariya DAIŞê de ne.

 

Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, DAIŞ niha tenê bi danîna mayînan û bombeyên vedayî li sînorê Mexmûrê hewl dide ku berdewamî bi hebûna xwe li sînorê Mexmûrê û bi taybetî jî Deşta Qeracê bide.

 

Fermandeyekê Pêşmerge piştî ku ala DAIŞê li sînorê wan hat xwarê, dibêje: “Li vir DAIŞ hêj hewla êrişkirinê dide, lê belê bêsûd e. Hêj desthilatdariya DAIŞê li wê deverên maye, lê belê tê gotin, ku piştî Mûsilê, êdî dor digihîje kontrolkirina Hewîceyê û wna gundên ser bi Mexmûrê ve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst