WÊNE - Fermandeya YPS-Jin a Şirnexê hat kuştin

22-03-2016
RÛDAW
Nîşan YPS-Jin Şirnex Şer Operasyon Bêrîvan Avesta
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Fermandeya YPS-Jin a Şirnexê di prvçûnên îro yên ligel hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de hat kuştin.

 

Qedexeya derketina derve û operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navenda bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê berdewam e.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, şer û pevçûn di navebra hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û hêzên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) de bi dijwarî dom dikin.

 

Li gor agahiyên ku Rûdawê ji nav Şirnexê wergirtine, di şer û pevçûnên îro yên navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên YPSê de, Fermandeya YPS-Jin a bi navê kod “Bêrîvan Avesta” jiyana xwe ji dest daye.


Çavkaniyê Rûdawê ji nav Şirnexê aşkere kir, Fermandeya YPS-Jin di pevçûnên îro yên li taxa Dîcle ya navenda Şirnexê de jiyana xwe ji dest da.

 

Herwiha di pevçûnan de çend endamên din ên YPSê jî jiyana xwe ji dest dane. Li gor agahiyên Rûdawê kesê bi navê “Salih Batmaz” jî di pevçûnan de hatiye kuştin.

 

Ji 14ê Adarê ve qedexeya derketina derve li Şirnexê hat ragihandin û operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li navenda bajêrê Şirnexê li dijî hêzên YPSê û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dest pê kir.

 

Pêştir piştî bi dawîhatina operasyonên li navçeya Hezex a Şirnexê û navçeya Sûr a Amedê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala ragihandibû, ku dê di demên nêzîk de li 3 navçeyên Gever a Colmêrgê, Nisêbîn a Mêrdînê û navenda Şirnexê operasyona leşkerên Tirkiyê dest pê bike.

 



Bêrîvan Avesta



Salih Batmaz

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst