Li Tirbespiyê teqînek bihêz çêbû!

22-03-2016
RÛDAW
A+ A-
 

Qamişlo (Rûdaw) – Şeva borî li nêzîkî bajarokê Tirbespiyê yê girêdayî bajarê Qamişloo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek bihêz çêbû.


Berpirsê karûbarên ENKSê li bajarokê Tirbespiyê, Ebdulrehîm Mehmûd ji Rûdawê re ragihand ku teqîneke bihêz nêzîkî akademiya leşkerî ya hêzên rêveberiya xweser di navbera bajarokê Tirbespiyê û gundê Dugirê de çêbû.


Ebdulrehîm Mehmûd dazanîn, tevî ku hejmara qurbaniyan nehatiye zanîn lê piştî teqînê gellek ambulansan berê xwe dan cihê teqînê.


Wî rayedarê ENKSê herwiha got, heta niha nayê zanîn teqîn bi rêya çi pêk hatiye lê got ku guman tê kirin, ew teqîn bi rêya otombîleke bombekirî be ji ber ku dengekî gellekî bihêz hat bihîstin.


Ji aliyekî din, çavkaniyên nêzîkî PYDê dibêjin, bûyer di encama teqîna bombekê bi otomobîleke sivîl de çêbûye lê ti agahiyek din derheqê bûyerê de nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst