Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûmê berê jî di nav de destûr da ku derbarê 27 kesên di şaredariya Xelfetiyê de cih girtine lêpirsîn bê kirin.
Şeref Albayrak 2016an wekî qeyûm li ser Şaredariya Xalfetiyê hatibû danîn û piştî wê di navbera salên 2019 û 2024an de ji AK Partiyê bûbû serokê şaredariyê.
Piştî ku 31ê Adara 2024ê berbijêrê DEM Partiyê şaredarî bi dest xistibû û li Serdozgeriya Komarê ya Xalfetiyê xwestibû ku derbarê rêveberiya qeyûm de lêpirsîn bê kirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser vê yekê destûr da ku ji ber "Sextekariya belgeya fermî, fesadiya îhaleyê û erkê xwe xirab bikaranînê” derbarê qeyûmê berê yê Şaredariya Xelfetiyê Şeref Albayrak û 26 kesên din de lêpirsîn bê dest pêkirin.
Li gel vê yekê 4ê Çiriya Paşîn a 2024an cara duyemîn wezaretê Qeymeqamê navçeyê Hakan Başoglu wekî qeyûm danîbû ser Şaredariya Xalfetiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse