PWK: Em êrişên li Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin

22-02-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êriş Dihok Sivîl PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrişa Tirkiyeyê ya li Dihokê şermezar kir.

Tirkiyeyê êvara sêşemê gundê Kafiyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê bombebaran kir.

Di vê bombebaranê de jî 2 sivîlan canê xwe ji dest da.

PWK li ser vê êrişê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

“Ne êrişa yekemîn e û xuya ye dê ne ya dawiyê jî be”

PWKyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di êrişa Tirkiyeyê de li gundê Kafîyayê yê li Dihokê, du gundiyên sivîl ên bi navê Arif Taha û Beşîr Omer hatine kuştin û got:

“Ev êriş ne êrişa yekem e û mixabin wiha xuyaye ku dê ne ya dawî jî be. Li gorî agahiyên heyî, Dewleta Tirkiyeyê di sala 2023yan de ji hezar û 500î zêdetir êriş birine ser Başûrê Kurdistanê.

Herwiha di encama van êrişên ku piranîya wan li derdora bajarê Dihokê hatine kirin de, ji sala 2015an heta îro, 152 sivîl hatine kuştin, 228 sivîl jî birîndar bûne, bi dehan gund jî hatine wêrankirin.”

“PKK Rêveberiya Herêma Kurdistanê nas nake”

PWKyê herwiha PKK rexne kir û got:

“PKK jî bi çalakîyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, hem desthilatdariya Rêvebrîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê nas nake, hem jî rê ji van êrişên Dewleta Tirkiyeyê re xweş dike.

Dewleta Tirkiyeyê demeke dirêj e ku bi balafir û dronan êrişan dibe ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û di encama van êrîşan de gelek sivîl têne qetilkirin.

Em hemû van êrişan û qetilkirina Kurdên sivîl şermezar dikin.”

“Di êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de sivîl hatine kuştin”

Di berdwamiya daxuyaniya xwe de PWKyê got:

“Eşkere ye ku di encama êrişên artêşa dewleta Tirkuyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê de bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Divê dewleta Tirkiyeye dawî li van êrişên xwe û qetilkirina sivîlan bîne.

Em vê êrişa dawî ku li gundê Kafiyayê yê li ser bajarê Dihokê hatiye kirin ku bûye sebebê qetilkirina du kurdên sivîl û hemû êrişên li ser sivîlan têne kirin şermezar dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexda û Netewên Yekbûyî jî divê li himberî van êrîşên li Başûrê Kurdistanê zêdetir bêdeng nemînin û helwestê bigrin û divê ji bo rê li ber êriş û qetliamên bi vî rengî bêne girtin, gavên encamgir bavêjin

Li hêla din, Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand, di nava 9 salan li Herêma Kurdistanê 152 sivîlan ji ber bombebaranên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst