Li Xaneqînê 330 malbatên Kurd tezmînatên xwe wergirtin

22-02-2024
Nîşan Xaneqîn Kurd Tezmînat Madeya 140î
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di maweyê kêmtir ji mehekê de li qezaya Xaneqînê ya Diyaleyê 330 malbatên Kurd tezmînatên xwe yên Madeya 140î wergirtin.

Rêvebirê Ofîsa Xaneqînê ya Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Rewa Semîr, li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Rewa Semîr da zanîn ku van malbatan bi sê beşan 10 milyon dînar tezmînat (qerebû) wergirtiye.

Li gorî agahiyên Rewa Semîr, dê di demeke nêzîk de 100 malbatên din ên Kurd tezmînatên xwe wergirin.

Ev malbatên Kurd ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve ji Xaneqînê hatine derxistin.

Li gorî qanûna bingehîn a Îraqê ya sala 2005an, divabû Madeya 140î heta 31.12.2007an bihata bicihkirin.

Divabû qonaxên “asayîkirina rewşê, hejmartina nifûsê û referandumê” heta wê demê temam bibûya lê heta niha tenê hinek beşên qonaxa yekem pêk hatine.

Li gorî bernameya kabîneya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku 27.10.2022yan hat pesendkirin, ji bo bicihkirina Madeya 140î dê 100 milyar dînar were veqetandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst