Li Cizîrê 4 meymûnên Hindê hatin bidestxistin

22-02-2024
RÛDAW
Nîşan Meymûnên Hindê Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 4 meymûnên Hindê hatin bidestxistin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cendirmeyan, 4 meymûnên Hindê yên ku xwedîkirina wan qedexe ye bi dest xistin.

Hat gotin ku meymûn bi rêyên neyasayî anîne û ji bo gumanbarê ku meymûn anîne jî 41 hezar û 817 lîre ceza hat birîn.

Li gorî nûçeya TRT Haberê, meymûnên ku radestî Rêveberiya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî ya şaxa Şirnexê hatine kirin ji wir jî şandine Baxçeyê Ajelan ê Dîlokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst