Mereş: Bavekî bi heman çekê kurê xwe û xwe kuşt

22-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Bav Kur Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistanê ya parêzgeha Mereşê kesekî piştî ku kurê xwe bi çekê kuşt bi heman çekê dawî li jiyana xwe jî anî.

Li gorî agahiyan li navçeya Elbistana Mereşê di navbera bav û kurekî de pevçûn derket û piştî wê pevçûnê bav gule berdaye kurê xwe û piştre jî bi heman çekê xwe jî birîndar kiriye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn cihê bûyerê û bav û kur veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbistanê.

Hat ragihandin ku ligel hemû midexaleyan her du kesan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst