Mesrûr Barzanî li Helebceyê: Hûn nikarin gelê Kurd bixapînin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dijî kiryarên bexdayê yên li hemberî Herêma Kurdistanê derket.

Mesrûr Barzanî got, “Li aliyekê tawanê li hemberî me dikin û li aliyê din qirika me digirin. Ji aliyekî din ve jî tên û xwe wek rizgarker nîşan didin, mirovan dixapînin û wiha dikin ku em spasdarê wan bin jî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çû Helebceyê di merasîma danîna kevirê bingehîn a projeya pira rê û pira Tûwaqutê de gotarek pêşkêş kir.

“Em hatine xizmeta vî bajarî bikin”

Mesrûr Barzanî destpêkê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Helebceyê anî ziman û got:

“Her ji destpêka destbikarbûna vê kabîneyê, me hewl da em werin vir. Niha kêfxweş im ku em hatine vê derê daku xizmeta xelkê vî bajarî bikin.

Herwiha ez gelek kêfxweş im ku kevirê bingehîn ê vê projeya didanim. Bidawîanîna vê rê û pirê dê bi kêrî xelkê vê herêmê were. Ew dê parêzgeha Helebce û herêmên Îdareya Serbixwe ya Germiyanê bi hev ve girê bide.

Ew dê bandorek baş li ser pêşxistina danûstandinên bazirganî û vejandina sektora geştiyariyê jî bike.”

“Helebce di çandiyê de herêmeke bi bereket e”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanên da znaîn ku Helebce di warê çandiniyê de, herêmeke bi bereket û dewlemend a Kurdistanê ye û wiha pê de çû:

“Hinarên Helebçeyê gelekî navdar e û dibe ku berê tenê li vê herêmê dihate naskirin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya bernameya xwe de, giringiyê dide sektora çandiniyê û berhemên navxweyî û peydakirina bazarên derve.

Par me karî hinarên Kurdistanê bi taybetî hinarên Helebceyê hinarde bikin.

Hinarên Kurdistanê niha li bazarên welatên Kendavê û çend welatên din wekî marka berhemên çandiniya Kurdistanê tê naskirin û bi nav û deng bûne.”

“Xizmet ji Helebceyê re nehatiye kirin”

Meserûr Barzanî bal kişan ser rewşa bajarê Helebceyê û got:

“Gelê vê herêmê gelek qurbanî dane û gelekî êş kişandine. Helebce bûye sembola qurbanîdana gelê Kurd lê mixabin wek pêwîst xizmeta jê re nehatiye kirin.

Divê berpirsên vê herêmê û em hemû xwe deyndarê xelkê Helebce û malbatên hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê bizanin.

Diviyabû bi awayekî hêjatir xizmeta xelkê vê herêmê bihata kirin.”

“Malbatên qurbaniyên kîmyabaranê tezmînatên xwe wernegirtine”

Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku hîn jî malbatên qurbaniyên kîmyabaranê tezmînatên xwe wernegirtine û got:

“Tevî ku piraniya encamderên kîmyabarana Helebceyê hatin cezakirin lê hikûmeta federal a Îraqê çend sal in li gorî destûrê tevnegeryaye û tezmînata qurbaniyan nedaye.

Helebce mînaka herî diyar e ji tawanên hovane yên rejîma Beisê ye û pêwîst bû qurbaniyên kîmyabaranê û Enfalê bi awayekî hêja bihatana qerebûkirin.

Hewldanên jibîrkirina cenosîda gelê Helebceyê û paşguhkirina vî sûcî berdewam dike. Divê em rê nedin ku em vê tawan were jibîkirin.”

“Mirovan dixapînin”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha teqez kir ku kes nikare gelê Kurdistanê bixapîne û got:

“Li aliyekê tawanê li hemberî me dikin û li aliyê din qirika me digirin û henaseya me dibirin.

Ji aliyekî din ve jî tên û xwe wek rizgarker nîşan didin, mirovan dixapînin û wiha dikin ku em spasdarê wan bin jî.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got, “Helebce birînek e li bedena Kurdistanê û erka me hemûyan e ku em vê birînê derman bikin.

Pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê ji aliyê Encûmena Nûneran ve bi hincetên curbicur temam nebûye û heta niha jî deng li ser nehatiye dayîn.

Di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi salan e biryar li ser parêzgehbûna Helebce daye.

Pêwîst e rêbazên îdarî yên parêzgariya Helebceyê di zûtirîn dem de bi dawî bibin û ji aliyê Encûmena Nûneran ve dengdan li ser bê kirin.

Divê piştre jî budceyek taybet ji bo geşepêdana zêdetir a Helebceyê bê terxankirin.”