COLEMÊRG - Ciwanek bi derfetên xwe kivarkan hildiberîne

22-02-2024
Nîşan Colemêrg Kivarkên Biweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji parêzgeha Colemêrgê bi derfetên xwe li qata jorê yê mala xwe Kivarkên Biweşî hildiberîne.

Macît Han beriya niha bi salekê dest bi vî karî kiriye.

Kivarkên hatine çandin 25-30 rojî di kîsan de dimînin, piştre jî nava 30-35 rojan de digihin û tên berhevkirin.

“Encama wê gelekî baş bû”

Macit Hanê ku li mala xwe kivarkan hildiberîne diyar kir ku çavkaniya wî ya îlhamê torên civakî ne û got:

“Beriya niha bi salekê min li ser medyaya civakî hinek dîmen dîtin mereqa min a ji bo vî karî çêbû.

Piştî wan dîmenan min biryar da vî karî bikim û min heft kîs kivark çandin û encama wê gelekî baş bû.

Piştre zivistanê ez pênc mehan çûm kursekê û min belgenameya xwe wergirt.

Piştre min dest pê kir û bi ceribandinan hêdî hêdî û em gihan vê astê.”

Macît diyar kir ev kar li serayên çandiniyê tê kirin lê wî ji bo hilberîna kivarkan ev cihê girtî hilbijartiye.

Macît Han amaje pê kir ku ji ber zivistana vê herêmê dijwar e, sir û seqem zêde ye, li cihekî wiha girtî kivark baştir çêdibin û dibe ku li derve qeşa li kivarkan bikeve.

Macit Han dixwaze karê xwe zêdetir bi pêş ve bibe û ji bo vê yekê ji rayedaran alîkariyê dixwaze.

“Divê piştigiriyê bidinê”

Rêveberê Herêma Çandinî û Daristanan ya Colemêrgê Mehmet Emîn Yîgît li ser projeya Macît got:

“Piştî ku projeya vî birayê me hat qebûlkirin, divê bi qasî ji 50ê mesrefê projeyê, piştgiriyê bidinê da ku projeya xwe bibe serî.

Wezareta me piştgiriyê dide projeyên cotkaran bi taybetî jî projeyên ciwan û jinan ”

Macît Hanê ku bi 7 kîsan dest bi berhemanîna Kivarkên Biweşî kiriye, piştre kiriye 40 kîs û niha berhema xwe gihandiye tonek û nîvê.

Berhema 40 kîsên destpêkê li dost û cîranan belav kiriye û niha kivarkên xwe difroşe marketên li derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst