CINDIRÊS: Zarokên ku di erdhejê de sêwî mane di sermayê de li kolanan radizên

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku piştî erdhejan wêraniyeke mezin dayê, xelkê navçeyê yên ku sir û seqemê de derbider bûne, daxwazan çadiran dikin.

Malbateke Cindirêsê ku piştî erdhejê zarokên wê sêwî mane û lingên wan ji erdheja 06ê Sibatê şikestine, di sermayê li kolanê radizin.

Derbiderbûyeke Cindirêsê dibêje “Ka Xwedê gotiye ku em di çadirên xelkê de bin? Êvaran em li derve li ser cadeyê sekinîne. Kes me ne hewandin. Kesekî me tine, tiştekî me tine. Em 3-4 mal in ku malên me xerab bûne. Bûkên min ketin bin kavilan, mirin, komek sêwî di stûyê min de ne û ez li derve mame.”

Beşek ji derbiderbûyan jî di otomobîlan de radizin.

Piştî bêhtir ji du heftiyan, hêj derbiderbûyên Cindirêsê, ku bi sedema erdhejê malên wan wêran bûne, bi şev û rojê, bê çadir û kon, li ber seqem û sermayê ne.

Di wê rewşê de, erdheja êvara Duşemê 20ê heman mehê bi ser de hat. Êdî ew banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar, ku rewşa wan gelekî zehmet e û dixwazin çadir û konan werbigirin ji bo li nav kavilên malên xwe yên wêranbûyî deynin, da kesek dest daneyne ser mal û warên wan.

Derbiderbûyê Cindirêsê got “Navê min Şiyar e, ez ji mala Nebî me. Avahiya me malên me gişt ketin, kulfeta min rehmetî bûye. heta niha ne me çadir dîtiye, ne jî tiştekî din dîtiye. Ez niha di bin çadira xelkê de me.

Encûmena Xwecihî ya Cindirêdê di nûtirîn amarên xwe de, ragihandiye:

Berî erdheja 06ê Sibatê 11 hezar û 500 niştecî li bajarokê Cindirêsê dijiyan.

Ji wan, 1 hezar û 100 kesî, bi sedema erdhejê canên xwe jidest dan.

Derdora 5 hezar kesî birîndar bûn.

278 avahî bi tevayî wêran bûn.

1 hezar û 110 avahî ketin ber ziyanên erdhejê.

Xelkên Cindirêsê, bi xemgînî behsa rewşa xwe dikin û banga xwe digihînin mirovahiyê ji bo dawî bi vê trajedyaya jiyana wan bê, ku li ser dibêjin û dibilînin.