Diya Ciwan: Cografya û nêrît vedigerin, lê ziman qet venagere

22-02-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Diya Ciwan Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û helbestvana Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Diya Ciwan li ser ziman got “Heger cografya çû, heger dab û nêrît jî çûn mimkûn e karibin rojekê vegerînin lê ziman çû qet venagere.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê şaxa Duhokê li Kampa Domîz bi minasebeta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ji bo 4 dayikên Kurd ên nivîskar ê Rojavayê Kurdistanê panelek li dar xist.

Di panelê de nivîskar û helbestvanên Kurd Diya Ciwan, Gewher Fetah, Heyam Ebdulrehman û Leyla Bedirxan pirtûkên xwe îmze kirin.

Nivîskar û helbesvana Kurd Diya Ciwan ku li her çar parçeyên Kurdistanê naskirye li ser Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ji Rûdawê re axivî û got “Eger rojeke cîhanî ye, li Roja Zimanê Dayikê, parastina zimanê dayikê nimre yek Kurd hewce ne. Ji ber ku miletê Kurd ev bi sedan sal e belkî bi hezaran sal e hemû tiştên wî tên binpêkirin bi taybetî zimanê wî. Ziman yek ji hebûn û nebûna miletan e. Yanî çi meletên heyî weke netew cudahiya xwe di 3 tiûtan de dibîne; Ziman, kultur, xak.”

Derbarê metirsiya li ser zimanê Kurdî de Diya Ciwan dibêje “Heta îro (metirsî) hebû lê eger ji îro pê ve, diya re xelk guhê xwe didinê an ku xwediyê vî zimanê ji giringiya vî zimanê hay bûne, guhên xwe didinê, ez hêvîdarim ku êdî metirsî li serê nebe.”

Diya Ciwan lihevnêzikbûne devok û zaraveyên Kurdî wek tişteke siruşt û devok û zaraveyan jî wek dewlemediyeke zimanê Kurdî dibîne û wiha berdewam kir “wê hê jî nêziktir bibin. Ev devokên heyî, ev zaraveyên heyî her kes dizane ku ev zengîniyek e ji zimanê Kurdî re, ji miletê Kurd re. Min divê ez ji Kurdan re bibêjim ne ji kesên din re bi taybetî ji dayikan re ji ber ku dibêjin `zimanê dayikê` an ku dayik zarokan fêr dike. Min divê ez ji we re bibêjim netew weke ku gava din min got li ser sê stûnan e. Heger ew cografya çû, heger dab û nêrît jî çûn mimkûn e karibin rojekê vegerînin lê ziman çû qet venagere. Ez bi hêvî me ku eger hûn guhên xwe didin me, eger hûn hez ji xwe dikin, eger hûn hez ji zarokên xwe dikin, hûn wan fêrî zimanê wan bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst