Kirmaşan: Pêşmergeyekî berê yê Komeleyê hat darvekirin

22-02-2023
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyên ji rêxistinên mafên mirovan, berbanga îro Çarşemê, welatiyê Riwanserî Serkewt Ehmedî yê ku bi tohmeta “kuştina berpirsekî polîsan” hatibû girtin li girtîgeha Dizlawa ya Kirmaşanê hate darvekirin.

Serkewt Ehmedî di destpêka sala 2021an de hatiye girtin û heta niha nehat diyarkirin ku çawa hatiye girtin. Ew xelkê Riwanser a parêzgeha Kirmaşanê bû û di sala 2018an de bûye Pêşmergeyê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê.

Roja 14ê Tebaxa 2018an efserekî polîsan ê bi navê Hesen Melekî li bajarê Riwanserê hat kuştin, Supaya Pasdaran roja 22ê Çileya 2021an ragihand ku kujerê wî efserî hatiye desteserkirin. Piştre eşkere bû ku kesê hatiye desteserkirin Serkewt Ehmedî ye.

Piştî kuştina Hesen Melekî, komeke bi navê Têkoşerên Alaya Sor berpirsyariya kuştina wî efserê polîsan girte ser xwe û ragihand ku destê Hesen Melekî di îşkencekirina xelkê de hebûye.

Serokê Komîsyona Leşkerî ya Komeleya Şoreşger Ebdullah Azerbar wê demê ji Rûdawê re ragihandibû ku Serkawt Ehmedî çend roj beriya ku were desteserkirin ji wê partiyê hatiye dûrxistin. Wî berpirsî red kir ku destê Serkewt Ehmedî di kuştina wî polîsî de hebe û got, dema ew polîs hat kuştin, Serkewt li Başûrê Kurdistanê bûye.

Li aliyê din mirovên Serkewt Ehmedî, Cemal Mihemedî ji Rûdawê re ragihand ku Serkewt Ehmedî bi qaçaxçiyek re li hev kiribû ku wî di ser Îranê re derbasî Tirkiyê bikin û dibe ku ev plana radestkirina wî bo hêzên Îranê be.

Serkewt Ehmedî di sala 1995an de bûye. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, hêzên ewlekariyê di rêya vegerê de cenaze ji mirovên wî wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst