Xwediya Pirtûkxaneya Rona ya 13 salî: Şerm e ku malbat naxwazin zarok bi Kurdî bixwînin

Keça Kurd a 13 salî Rona Egîd a ku li Qamişloyê pirtûkxaneyek vekiriye diyar kir ji ber ku malbat bawer dikin ku pêşeroj ji zimanê Kurdî re tune ye giringiyê nadin zimanê Kurdî û got, “Ti pêşeroj ji zimanê Erebî re tune ye, ji ber ku gelek zarok hene zimanê Erebî dixwînin, gelek malbat hene zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî û çanda xwendinê li cem malbatan tune ye heta ku çanda xwendinê li cem zarokên wan hebe. Lewma ez bi hêvî me ku malbatên me zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin û bêhtir wan nêzî zimanê dayikê bikin.”

Rona ragihand ku wê biryar daye di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de kesên ku bên pirtûkxaneyê dê belaş pirtûkan bide wan lê ti kes nehatine û dibêje “demeke dirêj ez li pirtûkxaneyê li hêviya zarokan mam, li hêviya malbatên zarokan mam lê ti kes nehat, tevî ku bê nirx û bê pere bû jî kesek nehat. Ji ber ku malbat pişta zarokên xwe nagirin ku werin pirtûkxaneyê.”

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê keça Kurd a bi navê Rona Egîd a 13 salî ji bo zarokan pirtûkxaneyek vekiriye.

Rona navê xwe li pirtûkxaneya xwe daniye û kiriye Pirtûkxaneya Rona. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên bi zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî tên pêşkêşkirin. Ji bilî Kurdî pirtûkên bi Îngilîzî û Erebî jî hene.

Xwediya Pirtûkxaneya Ronayê, Rona Egîd beşdarî bultena Rûdaw bû û li ser ziman, kar û xebatên xwe bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Rûdaw: Hem li te, hem jî li min ev roj pîroz be, em her du jî gelekî ji zimanê Kurdî hez dikin. Rona min bihîst ku te îro gotiye `kî were pirtûkxaneya min, pirtûkan bibe belaş e`, kesek hat?

Rona Egîd: Bi rastî demeke dirêj ez li pirtûkxaneyê li hêviya zarokan mam, li hêviya malbatên zarokan mam lê ti kes nehat, tevî ku bê nirx û bê pere bû jî kesek nehat. Ji ber ku malbat pişta zarokên xwe nagirin ku werin pirtûkxaneyê.

Rûdaw: Rona çima malbat giringiyê nadin vê yekê?

Rona Egîd: Bi rastî ji ber ku xistine serê zarokên xwe û xistine serê xwe ku ti pêşeroj ji zimanê Kurdî re tune ye ku ti pêşeroj tune ye ku bibin doktorek yan jî bibin tiştekî din. Ev tiştên hanê bi rastî şaş in. Ez dixwazim bibêjim ti pêşeroj ji zimanê Erebî re tune ye ji ber ku gelek zarok hene zimanê Erebî dixwînin, gelek malbat hene zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî û çanda xwendinê li cem malbatan tune ye heta ku çanda xwendinê li cem zarokên wan hebe. Lewma ez bi hêvî me ku malbatên me zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin û bêhtir wan nêzî zimanê dayikê bikin.

Rûdaw: Ti çend salî bûyî dema ku meraqa te li ser zimanê Kurdî çêbû tu pê hisiyayî ku tu ji ziman hez dikî, tu dixwazî fêrî ziman bibî û giringî didî zimanê Kurdî?

Rona Egîd: Ez ji zarokatiya xwe ve gelekî nêzî zimanê xwe me ji ber ku ji biçûkaniyê ve bavê min, ez fêrî zimanê Kurdî kirim. Bi rastî ev jî xaleke pir giring e ji ber ku bavê min hişt ez bigihîjim vê astê. Ji biçûkaniyê ve wî xwest ku xewna me pêk bê, xwest ku pirtûkxaneyeke min jî çê bibe. Ji xwe bi rêya wî ev xewna min pêk hat. Pirtûkxaneyek li malê hebû, min dixwest pirtûkxaneyeke wisa li cem min çêbibe. Ew bi alîkariya bavê min ji biçûkaniyê ji pola yekem de êz nêzî ziman bûme lê berî salekê min pirtûkxaneya xwe vekir.

Rûdaw: Karê te baş dimeşe li pirtûkxaneyê?

Rona Egîd: Mamoste ji xwe wek ku min got ji ber ku kar li pirtûkxanayê nameşe, min di Roja Zimanê Kurdî de pirtûk bê nirx da lê tevî ku min pirtûk bê nirx dane jî zarok nayên, malbat pişta zarokên xwe nagirin lewma zarok nayên heta ku ji hevalên xwe re dibêjim, hevalên min giringiyê nadin zimanê Kurdî naxwazin werin. Malbatên wan pişta wan nagirin ji xwe ev jî cihê şermkirinê ye ku zarokên me nêzî zimanê xwe nabin û naxwazin zimanê Kurdî bixwînin.

Rûdaw: Ez li vê derê bang li dayik û bavên Kurd dikim, bang li zarokan dikim; hûn pir şaş dikin dema ku hûn giringiyê nedin zimanê Kurdî. Tu giringiyê nedî zimanê Kurdî, tu zimanên din de jî nikarî tiştekî bikî bi rastî. Berî her tiştî divê giringiyê bidin zimanê xwe, bi destên zarokên xwe bigirin biçin Pirtûkxaneya Rona, pirtûkan bibin bila zarokên we fêrî Kurdî bibin. Binêrin niha bi milyonan kes li me temaşe dikin. Eger niha ne ev zimanê min ê Kurdî bûya, îhtimal e deh kesan li min temaşe nedikir. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li Ewropayê, li dinyayê bi milyonan li me temaşe dikin. Tê wê wateyê ku Kurdî zimanekî xweş e. Xweşiya Kurdî di ku de ye Rona?

Rona Egîd: Mamoste xweşiya zimanê Kurdî ku mirov li zimanê xwe baldar be, kêfa te ji zimanê te re bê, tu bi zimanê xwe serbilind bî û tu li zimanê xwe miqate bî, kêfa te ji zimanê te re jî tê û tu zanî bi zimanê xwe binivîsînî, zanî bi zimanê xwe bikenî, bi zimanê xwe bixwînî. Ji xwe xweşbûna zimanê dayikê ew e ku ti dikarî hemû tiştan bi zimanê xwe bikî.

Rûdaw: Ez tiştekî din bibêjim, di pirtûkxaneya te de çend pirtûk hene?

Rona Egîd: Nêzî hezar û 500 pirtûkan hene û lê ew jî sê zimanan in, zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û zaravaye Soranî

Rûdaw: Rona tu dizanî hûn gelek bi şans in. Dema ku ez fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibûm, dibistan tunebûn, mamoste tunebûn, em her kes ji ber xwe fêr bûn. Niha ez ji hinek kesên biyanî wek mînak ez ji Almanan re dibêjim ez bi xwe fêrî Kurdî bûme, bawer nakin. Lê ê we niha mamoste hene, mamosteyên zîrek hene, wek mînak bavê te heye piştgiriya te dike ew jî rojnamevan û nivîskarekî hêja ye. Hûn pir bi şans in. Derfetên ku li pêşiya we hene jê yên me bêhtir in tu zanî?

Rona Egîd: Rast e.

Rûdaw: Dengê te jî xweş e? Dibêjin dengê Ronayê pir xweş e.

Rona Egîd: Belê.

Rûdaw: Tu stranan jî dibêjî, ne? Te stran li ser zimanê Kurdî gotine, ne?

Rona Egîd: Min bi mamoste Ridwan Kenan re klîpek li ser zimanê Kurdî çêkir.

Rûdaw: Rona gelek spas, temen dirêj bî. Kêfxweş bûm keçeke weke te zîrek jêhatî hebe. Min got zarok te wek nimûne bigirin, bav û dayikên Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê qîmetê bidin te, werin li pirtûkxaneya te serdana te bikin û pirtûkan ji pirtûkxaneya te ji zarokên xwe re bibin.

Rona Egîd: Spas xweş.