Eniya Yekbûyî ya Kurd: Li Îranê hewla helandina zimanê Kurdî tê dayîn

22-02-2023
RÛDAW
Nîşan Eniya Yekbûyî ya Kurd Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Eniya Yekbûyî ya Kurd bang li rayedarên Îranê dike, bi qasî ku girîngiyê didin pêşxistina zimanê Farsî wek zimanê hevpar, bila ewqasî girîngiyê bidin pêşxistina zimanên neteweyên din jî. Eniya Yekbûyî ya Kurd her wiha diyar kir ku li Îranê hewla helandina zimanê Kurdî tê dayîn.

Eniya Yekbûyî ya Kurd ku rêxistineke siyasî ya eşkere ye û li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên xwe dike, ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek belav kir û ragihand, li gorî qanûnên navxweyî û navneteweyî, erkê desthilatê ye ku derfetên perwerde û hînbûnê ji bo zimanên neteweyên nav Îranê dabîn bike lê desthilata Îranê berovajî van qanûnan tevdigere.

Eniya Yekbûyî ya Kurd her wiha got, her çend “ji bo tunekirin û helandina zimanê Kurdî zext û plan bên kirin” bi qasî wê û zêdetir jî hewl û têkoşînaên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî jî hene.

Eniya Yekbûyî ya Kurd dibêje, gelê Kurd bi dayîna gelek bacan kariye zimanê xwe biparêze lê serdestiya zimanên din bi taybetî di warê perwerdeyê de bandoreke neyînî li ser kiriye.

Di Destûra Bingehîn a Îranê de hatiye gotin ku gelên nav wî welatî dikarin di dibistan û zankoyan de zimanê xwe û wêjeya xwe bixwînin lê ev xal nayê cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst