Li Colemêrg û Geverê ji ber metirsiya erdhejê 3 dibistan hatin valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakur Kurdistanê û navçeya wê Geverê 3 dibistan ji ber heye ne qayîm bin û xwe li ber erdhejê nagirin hatin valakirin û xwendekarên wan li dibistanên din hatin bicîhkirin.

Bi biryara Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û hevahengiya ligel Parêzgariya Colemêrgê, îro 22ê Sibatê 3 dibistan ji ber metirsiya erdhejê hatin valakirin.

Li gor agahiyan, li navenda bajarê Colemêrgê dibistaneke navîn û li navçeya Geverê jî du dibistanên seretayî û navîn, hatin valakirin.

Hatiye ragihandin, ew dibsitan ji ber ku kevn in û metirsî heye di egera erdhejekê de biherifin, hatine valakirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, xwendekarên wan dibistanan li dibistanên din hatine belavkirin, daku berdewamî bi xwendina xwe bidin.