13 şûnwar di qada projeya Firokexaneya Duhokê de hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li qada projeya firokxaneya Duhokê, hinek ji wan 13 şûnwarên arkeolojîk ên ku dîroka wan vedigere serdama berî zayînê 4 hezar û 500 salî, hatine dîtin.

Rêvebirê Navenda Şûnwarnasiya Duhokê Dr. Bêkes Birîfkanî beşdarî bultena Rûdawê bû ragihand ku li devera Projeya Firokexaneya Duhokê 13 şûnwarên arkeolojîk hatine dîtin.

Dr. Bêkes Birîfkanî, diyar kir ku di qadên ku hatine dîtin de bermahiyên arkeolojîk û mîmarî hene û got ku dîroka hinek ji van berheman vedigere serdama berî zayînê 4 hezar û 500 salan.

Brîfkanî eşkere kir ku di nav deverên ku hatine dîtin de perestgeheke Mîtanî jî heye û got: “Yekem car e perestgeheke Mîtaniyan a wiha li derveyî bajarê mezin Mîtanî tê dîtin. Di nava perestgehê de agirdanek heye ku bi şiklê çargoşe hatiye çêkirin. Dîroka vê perestgehê vedigere berî zayînê derdora hezar û 550ê.”

Birîfkanî diyar kir ku ew xebatên xwe yên arkeolojîk bi hevkariya Zanîngeha Freiburgê dikin û wiha pê de çû: “Vekolînên me yên arkeolojîk bi hevkariya Zanîngeha Freiburg, Almanya, ku me ji sala 2021an vir ve girêbest kiriye, têne kirin. 13 ji wan şûnwarên arkeolojîk ên ku me di sê salan de dîtine, di çarçoveya projeya firokxaneya Duhokê de ne.”

Bi gotina Birîfkanî şûnwarên arkeolojîk ên ku hatine dîtin dê li pêşiya projeya firokexaneya Duhokê nebin asteng û dê li wan deran ti avahî neyên çêkirin.

Birîfkanî herwiha da zanîn ku hemahengiyeke wan a baş li gel berpirsên projeya girokxaneya Duhokê heye û got ku ji bo ku şûnwarên arkeolojîk ên hatine tespîtkirin neyên wêrankirin wan ji rayedarên projeyê re name şandine.