Îro 6 gorên bikom ên Kurdên Êzdî li Şingalê tên vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di merasîmekê de li Gundê Herdan ê ser bi nahyeya Sinûnê ya Şingalê ve 6 gorên bikom tên vekirin ku eger heye termên 70 kesan têde be ku ji aliyê DAIŞê ve hatibin komkujkirin.

Di merasima vekirina wan şeş gorên bikom ên Kurdên Êzdî de ku sala 2014 ji aliyê DIAŞê ve hatine komkujikirin, nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, tîmên Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan û Desteya Berhevkirin û Lêkolîna Ji Tawanên Şingalê ya Herêma Kurdistanê û tîmên Rêveberiya Giştî ya Gorên Bikom ên Iraqê amade dibin.

Netewên Yekbûyî çavdêriya vekirina wan şeş gorên bikom ên li gundê Herdanê dike.

Peyamnêrê Rûdawê Nayif Remezan ragihand, her 6 gorên bikom ên li gundê Herdanê hatine dîtin, yên Kurdên Êzdî ne û termên kesûkarên xelkê gundê Herdanê têde ne û îro di merasimekê de ew gor tên vekirin.

Di sala 2014ê zêdetirî 360 kesan ji gundê Herdan ji aliyên DAIŞê ve hatibûn girtin û komkujkirin. Gorên bikom yên li duriyana Herdan cenazeyê wan kesan têde ye ku xwestibûn ji gund derkevin, lê DAIŞê ew girtibûn û gullebaran kiribûn.

Nûnerê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berevan Hemdî di merasima vekirina wan gorên bikom de beşdar e û dibêje, “Ev cara sêyem e gorên bikom ên Şingalê tên vekirin. Pêştir di sala 2019an de li gundê Koço dest bi vekirina hejmarek gorên bikom hat kirin, paşê di sala 2020 de careke din gora bikom a jinan li gundê Sulaxê û hejmarek gorên din hatin vekirin.”

Bi gotina Berevan Hemdî, “heta niha 360 term ji 21 gorên bikom ên Şingalê hatine derxistin û bo pişkinîna DNA ji bo Pizîşkiya Dadê ya Bexdayê hatine şandin.”

Felah Hesen ji Desteya Berhevkirin û Lêkolîna ji Tawanên Şingalê ji Rûdawê re ragihand, Di sala 2019 û 2020 de du carên din gorên bikom hatin vekirin û 360 term ji wan goran hatin derxistin.

Bi gotina Felah Hesen, piştî pişkinîna DNA nasnameya 150 terman hat naskirin ku di sê merasimên cuda de bo Şingalê hatin vegerandin û hatin veşartin.

Ji bo naskirina termên din jî pişkinîna DNA bo cenazeyên din tê kirin.

Derbarê vekirina şeş gorên bikom ên gundê Herdanê de jî ku îro tên vekirin, Felah Hesen diyar kir, “Îro dest bi vekirina wan tê kirin, niha em nizanin dê çend rojan bidome, lê tîmên me ligel tîmên Bexdayê rojane li wan her şeş goran bi berdewamî kar dikin.”

Di 31ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrişî qezaya Şingalê kir û nêzîkî 6 hezar û 500 kes (jin, zilam û zarok) ji Kurdên Êzdî ketin destê wê rêxistina terorîstî. Di rojên destpêkê yên êrişê de, DIAŞ beşek ji mêr û jinên kal ên Kurdên Êzdî ji dîlên din ên di destê xwe de veqetandin û piştre ew komkuj kirin.

Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzdî, di êrişa DAIŞê de nêzîkî 1 hezar û 500 kes hatine kuştin û ji kesên ku hatibûne revandin, heta niha 3 hezar û 100 kes hatine rizgarkirin û çarenivîsa 2 hezar û 700 kesên din ne diyar e.