Malbata Gulistan Doku pirsa çarenivîsa keça xwe dibin Parlamentoya Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ku 2 sal in çarenivîsa wê ne diyar e, ji bo çalakiya xwe berdewam bikin serdana Enqere ya paytexta Tirkiyê kirin. Biryar e malbat îro ligel Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) bicive.

Xwişka Gulistan Doku Aygul Doku doh li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû ku ew dê roja 22ê Sibatê (Îro) serdana Enqere ya paytexta Tirkiyê bikin û li parlamentoyê pirsa çarenivîsa Gulîstan Doku bikin.

Malbata Doku ku ev 779 ro jin wenda ye îro di demjimêrên sibehê de serdana Parlamentoya Tirkiyê kirin û xwestin daxuyaniyekê li ber parlamentoyê bidin, lê polîsan midaxeleyî malbatê kirin û rê nedan ku malbat daxuyaniyê bide. Li gor zanyariyan malbatê nerazîbûn dijî vê helwêsta hêzên ewlekariyê nîşan da û piştî demekê çûn parlamentoyê.

Biryar e malbata Doku li Parlamentoyê beşdarî civînên Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe û ligel Serokê Giştî yê CHPê jî hevdîtinekê pêk bînin.  

Xelka Amedê Gulistan Doku roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, wenda bû.

Gulistan Doku herî dawî li nêzîkî Bendava Uzunçayir hatibû dîtin. Guman ji wê yekê dihat kirin ku termê Doku di Bendava Uzunçayir de be. Ji bo dîtina Doku çendîn car xebatên lêgerînê di wê bendavê de hatin destpêkirin, lê Gulîstan Doku nehat dîtin. Roja 7ê Tebaxa  sala 2020ê bo dîtina Gulîstan ava bendavê hat berdan, proseya gerê cara duyem 18ê Tebaxê hat rawestandin.

Roja 15ê Cotmeha 2020an cara sêyem gera li çend xalên cuda yên bendavê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bê encambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakovê welatiyê Rûsyayê yê dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî ye ku hevalê Gulistan bûye, ew wenda kiriye. Malbata Gulîstan Doku li Dêrsimê, 5ê Çileya 2022ê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.