Heşda Şeibî 22 welatiyên Rojavayê Kurdistanê li ser sînor girtin

22-02-2022
RÛDAW
Malbatên wan distirin ku ji bo hikûmeta Sûriyê li Dêrazorê bên radestkirin
Malbatên wan distirin ku ji bo hikûmeta Sûriyê li Dêrazorê bên radestkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Milîsên Heşda Şeibî, 22 welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku dixwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, li Tileferê girtin.

Ev 2 roj in 22 welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Til Efera Mûsilê ji aliyê Heşda Şeibî ve girtî ne, malbatên wan distirin ku ji bo Hikûmeta Sûriyê li Dêrazorê bên radestkirin.

Heşda Şeibî berî 2 rojan, di daxuyaniyekê de gotibû, hêzên wan li ser sînorê Sûriyê li bakurê rojavayê Mûsilê 22 Sûrî girtine.

Li gorî malbatên wan girtiyan, ew kes ji bajarên Dêrik, Qamişlo û Kobanî ne û dixwstin bi qaçaxî bi rêya gundên aliyê Rebîae derbasî Iraqê bibin û piştre werin Kurdistanê.

Roja 19ê vê mehê, Fermandarê Firqeya 20ê ya artêşa Iraqê Esîr el Rubeyî got wan sînorê xwe ligel Sûriyê tund kirine, ji bo ku kesek bi qaçaxî ji Sûriyê derbasî aliyê Musilê nebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst