CHP ji bo Gulistan Doku şandekê dişîne Dêrsîmê

22-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) dê ji bo şopandina dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ku 2 sal in çarenivîsa wê ne diyar e, şandekê bişîne parêgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê.

Malbata xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ku 781 roj in çarenivîsa wê ne diyar e, ji bo çalakiya xwe berdewam bikin serdana Enqereya paytexta Tirkiyê kirin û ligel Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu civiyan.

Dayik, bab û xwîşka Gulistan Dokuyê di hevdîtinê de ji Kemal Kilicdaroglu re behsa pirsgirêk û mexdûriyetên ku heta îro rûbirûbûne kirin. Malbata Dokuyê ragihand, ku di pêvajoya lêpirsînê de kêmasî hene.

Kemal Kilicdaroglu jî piştî guhê xwe da malbata Doku, got: “Pêwîst e bê eşkerekirin ku çima saziyên pêwendîdar xemsariyê dikin. Derbarê Gulistan Dokuyê de di warê lêpirsîna hiqûqî de kêmasî hene. Di mijarê de guman hene.”

Kilicdaroglu, bi armaca dosyeyê bişopînin Alîkara Serokê CHPê ya Berpirsê Mafê Mirov Gulizar Biçer û Parlamenterê Stenbolê Zeynel Emre erkdar kir.

Gulizar Biçer û Zeynel Emre, dê di rojên pêş de bi şandekê re serdana Dêrsîmê bikin û derbarê dosyeya Gulistan Doku de bi dozgerî û rêveberiya ewlekariyê re hevdîtinan bikin. Şanda CHPê dê derbarê dosyeyê de raporekê amade bike û dê CHP mijarê bibe Parlamentoya Tirkiyê. CHP herwiha dê bi Wezareta Navxwe û Wezareta Dadê re hevdîtinan bike.

Malbata Gulistan Doku, herwiha li Parlamentoya Tirkiyê, bi Seroka HDPê Pervin Buldan û berpirsên AK Partî, ÎYÎ Partî û MHPê re jî hevdîtin kirin.

Gulistan Doku

Xelka Amedê Gulistan Doku roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, wenda bû.

Gulistan Doku herî dawî li nêzîkî Bendava Uzunçayir hatibû dîtin. Guman ji wê yekê dihat kirin ku termê Doku di Bendava Uzunçayir de be. Ji bo dîtina Doku çendîn car xebatên lêgerînê di wê bendavê de hatin destpêkirin, lê Gulîstan Doku nehat dîtin. Roja 7ê Tebaxa  sala 2020ê bo dîtina Gulistan ava bendavê hat berdan, proseya gerê cara duyem 18ê Tebaxê hat rawestandin.

Roja 15ê Cotmeha 2020an cara sêyem gera li çend xalên cuda yên bendavê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bê encambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakovê welatiyê Rûsyayê yê dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî ye ku hevalê Gulistan bûye, ew wenda kiriye. Malbata Gulistan Doku li Dêrsimê, 5ê Çileya 2022ê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst