Geştyarên Iraqê serdana seyrangehên Helebce dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Barîna berf û barana zêde li parêzgeha Helebce ya Herêma Kurdistanê wisa kiriye, geştyar ji navçeyên Iraqê berê xwe bidine van deverên sînorî.

Berf û barana zêde ya îsal hiştiye li Helebce hemû kanî û çavkaniyên avê der bibin ku berê ji ber kêmbaraniyê çikiyabûn, lê niha geştyar bi dîtina dîmenên berfê, ava sar a rûbar, kanî û sûlavan kêfxweş in.

Emîr Hesen, berpirsê koma geştyaran dibêje, “Bi xwedê hewayê îsal gelek xweş e, zêdebûna berf û baranê hêjmara geştyarên li Kurdistanê zêde kiriye; hewa gelekî xweş e, ne sar e, ne jî germ e, gelek xwezayî ye.”

Li parêzgeha Helebce seyrangehên herî diyar Zelim, Biyare û Awêser in. Lê li pal van seyrangehan bi dehan cihên geştyarî û havîngeh li parêzgeha Helebce hene, ku salane bi deh hezaran geştyar serdana wan dikin.

Rena Îbrahîm, geştyara Iraqî dibêje, “Ji ber îsal berf û baran zêde barî, bûye sedema zêdebûna geştyaran, em dibînin ji hemû navçeyên Iraqê, ji hemû parêzgehên naverast û başûrê Iraq têne vir da ku berfê û sûlavan bibînin.”

Kompanyayên geştyariyê dibêjin, ji ber seqaya xweş a biharê li Herêma Kurdistanê geştyar bêhtir berê xwe didin van deveran.

Fazil Mehmûd, rêveberê kompanyayeke geştyariyê da xuyakirin, “Îsal xelk zêdetir tê Kurdistanê, ji ber berf û baran zêde barî, em hîn di meha duyem de ne, lê tu dibêjî qey bihar e, bi rastî hewayê biharê heye.”

Desteya Giştî ya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistan, di dawiya sala derbasbûyî de ragihand di sala 2021ê de zêdetirî 4 milyon û 93 hezar geştyar hatine Herêma Kurdistanê; ji vê hêjmarê bêhtir ji yek milyon û 375 hezar geştyarî serdana cihên geştyarî li parêzgehên Silêmanî û Helebce kirine.