Xwarina bi zehmet û taybet ji bo kesên qedirbilind: Keledoş

22-02-2020
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Li herêma Serheda Bakurê Kurdistanê xwarina Keledoş bi taybetî mehên zivistanê li ser tenûre tê çêkirin
Li herêma Serheda Bakurê Kurdistanê xwarina Keledoş bi taybetî mehên zivistanê li ser tenûre tê çêkirin
A+ A-

Agirî (Rûdaw) - Li herêma Serheda Bakurê Kurdistanê Keledoş yek ji xwarinên zivistanê ye û piranî ji bo mêvanên qedir bilind li ser tenûrê tê çêkirin.

Li herêma serhedê hîn xwarinên zivistanê hene û piraniya wan li ser tenûrê têne çêkirin weke helîse, Xaşîla Çavbelek, Tolmê Keleman, Keşke û Keledoş.

Avê çeman û kaniyan li Panosa Agiriyê qerisî ne, pileya germê daketiye bin sifrê û jina Entîqe Xanim biryara xwe daye ew dê ji mêvanên xwe re Keledoş amade bike.

Entîqa Xanim hej û çirpiyên xwe yê hişkkirî  hûr dike û piştre tendûrê pêdixe, agirê tendûrê xaniya sar hêdî hêdî germ dike.

Çêkirina Keledoşê bi cefa ye û herwisa mesrefa wê jî zêde ye; ango ew mêvanê ku li malekî jê re Keledoş hate çêkirin dide nîşan ku qedirdayîn jê re zêde ye.

Kevanî Entîqe Xanim dibêje: “Çêkirina Keledoşê gelek zehmet e. Ewil em pincara xwe hûr dikin, ew pincar divê baş bikele, kartolê xwe nîskê xwe tevlê pincara xwe dikin, dûv re bi goştê re demeke dirêj dikelînin, dûv re keşka xwe bera ser didin û qederê 2 saetan divê tevlîhev bikin. Em her tim nikarin Keledoşê amade bikin, mesrefa wê û cefayê wê zêde ye."

Entîqe Xanim li aliyekî Keldoş çêdike û li aliyekî sohbetên ser tendûrê dike, behsa rojên berê dike, sohbeta wê jî wek tîna tendûra wê her kêlî derbas dibe germtir dibe.

Entîqe Xanim herwiha got: “Dema ez di mala bavê xwe de bûm hemû xwarinên malê min çêdikir, xwesûya min jî kevaniyeke pir baş bû, çêkirina keledoşê, xaşîla savarê û gelek cureyên xwarinê ez jê hîn bûm rehma xwedê lê wê û li miriyê haziran be."

Bi keda destan nûra çavan keledoşa zivistanê hate çêkirin, mêvan li jûrê li ber soba daran çaverê ne ku keledoş here û bi nanê tendûrê bixwine.

Helbet xwarina Keledoşê havînê jî li vê herêmê tê çêkirin; lê tama Keledoşê di mehên zivistanê de li ber sobeya sor li Serhedê ji her xwarinê bi tam tir e.

Şêniyê Panosê Mirad Ûygar jî dibêje: “Zivistanê nanê ser tendûrê Keledoş e. Li herêma Serhedê li gelek bajaran Keledoş tê çêkirin; lê Keledoş a Panosê ye jê re şik nîne,  ku dayîka min jî Keledoşa herî xweş çêdike. Ez  dema li Enqereyê bûm her tim li dayîka xwe digeriyam û min pirsa Keledoşê jê dikir.”

Şêniyê Panosê Mamê Fexê jî da zanîn ku di zemanê berê de xwarin bi dest nediket û wiha pê de çû: “Berê xwarinên zivistanê girar bû, savara nîskan bû, dolmê keleman bû, dolme jî roja ku li malek bihata çêkirin ew roj rojeva gund ew bû, digotin li mala filankesê tolme hatiye çêkirin; lê Keldoş xwarina sereke bû min ji berê de jî pir jê hez dikir roja ku Keledoş bihata çêkirin ew roj cejna me bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst