Duyemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevana Amerîkî Arwa Damon hat dayîn

Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro li Hewlêrê bi merasîmeke taybet bo rojnamevaneke jin tê dayîn

22-02-2020

18:15

Arwa Damon: Hêviya min û Şîfayê jî bû di cîhanekê de bijîn ku rojnamevan şehîd nebin

Arwa Damon
Arwa Damon

Arwa Damon di dema wergirtina Xela Şîfa Gerdî de, hêviya min û Şîfayê jî bû, di cîhanekê de bijîn ku rojnamevan şehîd nebin û pêwîstî bi van xelatan nebe.

Wê rojnamevana Amerîkî behsa wê jî kir, ew dê berdewam bin di rûmalkirina bûyeran de, heta ku wê rêjeya ew dikarin guhertinekê berhem bînin.

Arwa Damon got, “Piştrast im ku Şîfa Gerdî jî heman ew hestên min hebûn ku her tim wisa li me dike li bereyên pêşiyê yên bûyeran bin.”

Arwa Damon, rojnamevaneke Amerîkî ye, bavê wê xelkê wîlayeta Boston a Amerîkayê ye û dayika wê jî ji Kurdên Sûriyê ye.

Neviya Serokwezîrê Berê yê Sûriyê, Muhsîn Berazî ye ku di kudetaya sala 1949an de hat kuştin. Muhsîn Berazî ji Kurdên Hemayê bû.

Arwa Damon di zarokatiya xwe  de li Mexrîb û Stenbolê jiyaye. Sala 199an Biyolojî û Fransî li Amerîkayê temam kir. Piştî êrişên 11ê Îlonê biryar da bibe peyamnêr. Çend mehek pêş şerê sala 2003 yê Iraqê çû Bexdayê û rûmala şerê Iraqê kir.

Wê rojnamevana Amerîkî ji sala 2003 heta 2006 weke freelance rûmala şer û bûyerên li Rojhilata Navîn kir. Ji sala 2006an ve ji bo kenala CNN a Amerîkî kar dike.

Ji sala 2010an ve rûmala xwepêşandanên li welatên Erebî kir. Çendîn car çû Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û raport derbarê jiyana koçberan de amade kirin. Sala 2016an vegeriya Iraqê û rûmala şerê Mûsilê kir.

Sala 2019an çû navçeya cemserî li qutba bakur û serinca karê wê li wir li ser karîgeriya diyardeya guherîna keşûhewayê li ser sîstema firejîngehê bû.

Arwa Damon, damezrêner û Seroka rêxistina mirovî ya INARA ye ku ew rêxistin alîkariyên tendirustî bo zarokên koçberên Sûriyê dabîn dike.

Arwa Damon zimanên Îngîlî, Erebî, Fransî û Tirkî bi başî dizane.

Zêdetir bixwîne

17:58

Jeanine Hennis-Plasschaert: Şîfa Gerdî bi qasî ku pêşeng bû kesayeteke gelek girîng bû

Jeanine Hennis-Plasschaert
Jeanine Hennis-Plasschaert

Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê, di merîsama belavkirina Xelata Şîfa Gerdî gotarek pêşkêş kir û got, “Bi rêya vê xelatê çanda rastogyî û zelalkirina aliyê mirovî ya şer û hevsozî her bi zindî dimîne.”

Gotara Jeanine Hennis-Plasschaert wiha ye;

Hevsozî û rastgoyî

Xaniman,  Birêzan

 “Ji roja ku jidayîkbûme heta niha min ji heq re heq û ji neheq re jî neheq gotiye”

Ji helbesta helbestvan Mehu (1837-1909) “Ew a ku duh rast bû, îro jî rast e û dê her weke rast jî bimîne”

Ji bo min cihê rûmetê ye ku bi vê boneya girîng gotarekê pêşkêş bikim bo ku balê bikişînim ser xebatên gelek girîng ên peyamnêrên li sengerên pêşiyê.

Ya rastî, ragihandina nûçeyan ji sengerên pêşiyê yên şer bo derxistina rastiyan, li ser rûyê erdê gelek girîng e, bo ku hemû aliyên şer han bidin ku rawestin û danîna bingehekê bo paşerojeke baştir. Ji ber ku cîhan pişta xwe bi van rastiyan ve girê dide.

Ji bo ku em xwe bigihînin van rastiyan pêwîstiya me bi rojnamevanên qehreman û wêrek heye ku bêyî rawestan kar dikin.

Derbirîna rastiyan bi serê xwe xwebexşandineke mezin e ku ne merce jî ew kesên rastiyan derbirînin ji aliyê her kesî ve destxweşî lê bê kirin.

Di heyama 10 salên derbasbûyî de, li ser asta cîhanê zêdetir ji hezar rojnamevan hatin kuştin.

Niha jî ku tenê 2 meh ji sala 2020an derbas bûne, 7 haletên kuştina rojnamevanan hat tomarkirin ku ev her berdewam e, lê ev ne cihê qebûlkirinê ye.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî birêz Antonio Guterres, di daxuyaniya xwe ya di Roja Cîhanî bo nehiştina parêzbendiyê bo tawanên li dijî rojnamevanan de got, “Dema ku rojnamevan tên armancgirtin, tevahiya civakê berdêla wê dide. Xebatên wan û ew ên ku canê xwe dibexşînin, vê yekê tînin bîra me; rastî ti caran û ti caran namire. Her wek pabendbûna me bi mafê azadiya derbirînê.”

Xaniman, birêzan...

Li gor lêkolînên Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor, di sala 2019an de rojnamevanan di bin tirs û zexteke zêde de xebatên xwe birêve birin.

Ev rewş jî karîgeriyê li ser hemû rojnamevanan dike. Taybet jî rojnamevanên jin ku ew jî ji ber xebatên xwe rûbirûyê çendîn binpêkariyên mafên mirov dibin. Lêbelê ji ber ku jin in, binpêkarî piranî bi şêweyê binemaya cinsî, weke tundûtûjiya cinsî, reşkirin û cûdakariyê li cihên kar.

Di qada kar de jî zêdetir mêr rûbirûyê van binpêkariyan dibin. Ji ber ku jin ji ber tirsa tolhildanê, newêrin behsa van binpêkariyan bikin.

Em jî di vê rewşê de, zêdetir pişta xwe bi van kesan ve girê didin ku ji bo gihandina rastiyan bi şêweyekî meydanî jiyana xwe dixin jêr metirsiyê.

Kesayetên weke Şîfa Gerdî nimûne ne bo vê yekê. Ew bi qasî ku pêşeng bû, kesayeteke gelek girîng bû. Ew ji bo ku nûçeyên rast derbarê azadkirina Mûsilê de veguhêze, ofîsa xwe bicî hiştibû. Lê mixabin dema ku hewl dida rûyê qirêj ê terora DAIŞê derxîne ser rûyê erdê, di encama teqînekê de canê xwe ji dest da di encama teqînekê de li nêzikî goreke bikom.

Bi rêya vê xelatê çanda rastogyî û zelalkirina aliyê mirovî ya şer û hevsozî her bi zindî dimîne.

Xelata Şîfa Gerdî îsal bi kesayeteke zîrek tê dayîn ku hest bi cewhera Şîfa Gerdî û peywendiya di navbera rastgoyî û xwe xistina metirsiyê de dike

Arwa Damon keseke bihêz e, û gelek caran yekemîn kes bûye li cihê bûyeran. Lê belê ji hemûyan girîngtirîn ew di raportên xwe de hemû caran bandora şer a li ser jiyana xelkê sivîl dide ber çavan.

Arwa ji sala 2003yê ve, bi rûmalkirina şerê çekdarî li Iraq û çend navçeyên din, çend çîrok bi dest ketine ku pêwîst e cîhan guhdariya wan bike. Minak herî dawiyê jî li herêma Idlib a Sûriyê serdana malbetên ku ji ber şer koçber bûne.

Wê gotinên xwe kir kirdar. Wê ji bo rizgarkirina zarokên bûne mexdûrên şer û guhertina jiyana wan, Rêxistina Tora Cîhanî ya Hevkarî û Hawarçûnê damezrandin.

Cîhan pişt xwe bi rojnamevaneke weke Arwa ve girê dide. Hêvîdar im hevkarên wê weke wê dest ji gihandina rastî ya meydanî bernedin û newestin.

Raportên wê yên bihêz û hevsoz, behsa çîrokên gelek caran kesî behsê nekiriye dike. Ew hêjayî rêzê ye.

Zêdetir bixwîne

17:40

Rob Beynon: Şîfa mînekek bû ji bo hemû rojnamevanan

Rob Beynon, Endamê Komîteya Dabeşkirina Xelata Şîfa Gerdî
Rob Beynon, Endamê Komîteya Dabeşkirina Xelata Şîfa Gerdî

Rob Beynon, Endamê Komîteya Dabeşkirina Xelata Şîfa Gerdî di merasîma belavkirina Duyemîn Xelata Şîfa Gerdî de gotarek pêşkêş kir û navên wan kesan aşkere kir ku îsal hêjayî wergirtina Xelata Şîfa Gerdî hatine dîtin û ragiahnd, “Şîfa mînekek bû jibo hemû rojnamevanan, bi taybet jibo jinên genc ku bi wêrekî û gelek baş li cihên herî zehmet ên cîhanê rûmalan dikin.”

Gotara Rob Beynon wiha ye;

Mêvanên zêde ezîz, hevkar û hevrêyên hêja

Cihê şanaziyê ye di duyemîn merasima dabeşkirina "Xelata Şîfa Gerdî" de amade me. Piraniya we çîroka mirina trajîk û bişok a Şîfayê dizanin, ev jî di demekê de ku ew hevşêweyê rojên din, mijûlî amadekirina raportekê bû ji bo bînerên xwe, ew bînerên ku hemû êvaran ji bo nûçe û bûyeran pişta xwe bi wê girê didan û nûçe û bûyer jî bi awayekî zelal, bê alî û bi hestekî mirovdostî digihande bîneran.

Ev jî tiştekî giring e. Kompaniya min, ku kompaniya "DMA Media" ye, şerefa wê yekê bidest anî ku rahênanê bi stafa Rûdawê bike, çi berî destpêkirina weşana wê di sala 2013 de û çi piştî wê yekê. Me rahênan bi Şîfayê û piraniya hevkarên wê kir û piraniya ew hevkarên wê niha jî li Rûdawê kar dikin û niha jî hinek ji wan li gel me ne.

Ez peyva "rahênanê" bikar tînim, lê belê ev tenê peyvek e. Beşeke zêde ya karê ku em dikin, rêdana bi rojnamevanên genc li xwe digire jibo ku bizanin dikarin çi bikin. Bi hebûna stêrkeke geş a wek Şîfa Gerdî, ew kar pêk hat. Me hinek rahênan di vî warî de bi wê kirin ku em jê re dibêjin, televîzyona weşankirî û me alîkarî da wê jibo ku jê re xuya bibe ku bixwe dikare çi bike.

Bala Şîfayê li ser hûrgiliyan, rijdbûna wê, wêrekî, serkirdatîkirina wê û karê giran bû û ti yek ji wan jî ne hêsan in. Lê belê eger wan pêkve danî û hestê mirovdostiyê jî jê zêde bikî, wê demê te Şîfa Gerdî heye. Şîfa bi wê hesta mirovdostiyê, xwe bi bîneran re dikire yek û lewma jî wan bawerî pê dikir. Weke baştirîn peymanêr û medyakaran, Şîfa hevkarekî xwedî zanyarî û xoştivî, xûşk yan keç bû.

Di germegerma wî şerê ku li Kurdistanê û navçeyê rû da û cîhanê jî li wî şerî temaşe dikir, Şîfayê karî hemû rûyên şerê dijî DAIŞê, tundûtîjî, tiştên tirsnak û siyasetê rûmal bike.

Wê li eniya şer ew rûmal kir, tevî hebûna hemû metirsî û astengên wê. Şîfa li studyo û News Roomê jî ev kar kir û rênimayî û piştevaniya hevkarên xwe kir. Di germegerma wî şerî de, Şîfayê ti deman xaleke sereke ya karê xwe ji bîr nekir, ew jî ev e ku rojnamevanî gihandina xelkê bi xelkê ye. Ew xelkê ku li wê derê bû û jiyana xwe di nava pevçûnan, tirs û zehmetiyeke zêde de derbas dikir, û ew xelkê ku li mal bû jî û zanyarî dixwast.

Her wê yekê wiha kir, ku Şîfa bo Rûdawê û tevahiya peyamnêrên genc ewqas giring be. Wê bera xwe dida rûyê mirovahiyê- çi hêvî û çi tirs, çi ronahî û çi sîber. Di naverasta wê warê mirovdostî de, Şîfa kêvroşkek malî ya windabûyî dît û ew rizgar kir. Ew weke tiştekî komedî tê xuyakirin, lê belê di jiyana rastî de Şîfayê tiştek dît ku dibe hemû malbatek jê hez bike, ew jî hebûna candareke malî ye ku berbûbû nav dojehê. Xwediyên kêvroşkê li ku derê ne? Kes nizane, renge di şer de hatibin kuştin, dibe ku aware bibin, lê belê Şîfayê ew kêvroşk bire malê û ew gihande cihekî aram. Her kes jî wê çîrokê bizane, di bîra wî de maye. Carekê bêjerekî navdar ji min re got, eger xelk ji ber ronahiyê te tînin bîra xwe, lê ji ber siyê ji te bawer dikin.

Di dawiyê de, ez dê li ser bingeha hebûna vê xelatê biaxivim. Şîfa mînekek bû jibo hemû rojnamevanan, bi taybet jibo jinên genc ku bi wêrekî û gelek baş li cihên herî zehmet ên cîhanê rûmalan dikin. Wergirê xelata îro ku Arwa Damon e, kesek e ku hêjayî wê xelatê ye, her wek ku Jenan Moussa wergira xelata sala bihorî hêjayî wergirtina vê xelatê bû. Divê amaje bi wê yekê jî bikim ku Rûdawê ti deman ferq û cudahî di navbera jin û zilaman de nekiriye, ew jî bi dirêjiya wê dema ku em li gel wê kanalê bûne. Jin dikarin di hemû rewşan de wî karî bikin ku zilam jî dikin. (Ya rast, ji ezmûna xwe ve vê yekê dibêjim, jin gelek caran karên baştir ji zilaman dikin). Têgihîştina ji wê jî li vê navçeya cîhanê ne hêsan e û ev mezintirîn beşa taybet bi vê xelatê ye, lewma ev rêzgirtine li bîrewerî û meziniya modelekê di dema niha û paşerojê de û hemû kesên ku Şîfa Gerdî bandor li ser wan hebû.

Zêdetir bixwîne

17:01

Duyemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevan Arwa Damon hat dayîn

Duyemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevan Arwa Damon hat dayîn

Merasîma belavkirina ‘Xelata Şîfa Gerdî’ bi amadebûna hejmareke zêde ya kesayetên ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê birêve diçe.

Di wê merasîmê de Xela Şîfa Gerdî bi rojnamevana diyar a Amerîkî, Arwa Damon hat dayîn.

Arwa Damon ku rojanemaveneke Amerîkî ye, ji sala 2003an ve weke rojnamevaneke freelance rûmala bûyerên Rojhilata Navîn dike.

Ew rojnamavan damezrêner û seroka rêxistina INARA ye ku rêxistineke mirovî ye û alîkarî û çareseriya pizîşkî bo zarokên koçberên Sûriyê pêşkêş dike.

Damon li wîlayeta Boston a Amerîkayê weke keça dayikeke Sûrî û bavekî Amerîkî roja 19.09.1977an ji dayîk bû.

Zêdetir bixwîne

16:11

Ako Mihemed: Xelata Şîfa Gerdî digihe rojnamevaneke ku zehmetiyeke zêde kişandibe

Ako Mihemed
Ako Mihemed

Merasîma belavkirina ‘Xelata Şîfa Gerdî’ bi amadebûna hejmareke zêde ya kesayetên ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê dest pê kir.

Merasîmê piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna qurbaniyên şerê DAIŞê, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, gotarek pêşkêş kir.

Ako Mihemed di destpêka axaftina xwe de xêrhatin li beşdarên merasîmê kir û kêfxweşiya xwe bi amadebûna wan anî ziman û got, "Ev xelat salane digihe rojnamevaneke ku zehmetiyeke zêde kişandibe bo guhastineke serkeftî ya zanyariyan bi awayekî meydanî."

Gotara Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed wiha ye;

Mêvanên rêzdar..rojnamevanên delal...

Em bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê û Borda Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi xêr hatina we dikin bo merasîma dayina duyemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî. Em bi amadebûna xwe kêfxweş in.

Em bi xêr hatina Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê û Seroka UNAMI Jeanine Plasschaert dikin. Cenabê wê keseke pir hezkirî ye li ba gelê Kurdistan û Iraqê ji ber helwestên wê yên dilêr û bergiriya xwepêşander û rojnamevanan li Iraqê, herwisa ji ber helwest wergirtina wê ya berdewam bo şermezarkirina êrîş û kuştin û revandinên ku li dijî xwepêşanderên Iraqê dihatin encamdan. Em pir dilxweş in ku cenabê wê îsal axêvera sereke ya merasîma dayina duyemîn Xelata Şîfa Gerdî ye û li vir ligel me ye.

Şerê DAIŞê ji bo rojnamevanan pir dijwar û xwîndarî bû. Li gor amarên rêxistinên cîhanî, di dema rûmalkirina şerê DAIŞê de 91 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan li Iraq û Sûriyê. Lê bi rastî amarên rêxistinên navçeyî amaje didin şehîdbûna bêtirî 100 rojnamevanî. Mixabin ta niha 5 rojnamevan di şerê DAIŞê de serwinda ne. Yek ji wan peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ye ku di 15.12.2014an de li ser rêya Qamişlo - Helebê ji aliyê DAIŞê ve hate girtin.

Amadebûyên rêzdar...

Piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî di 25ê sibata 2017an de, di dema tomarkirina beşekî bernameya xwe de li ser yek ji komkujiyên DAIŞê li bajarê Mûsilê, Civata Rêveberên Tora Medyayî ya Rûdawê biryara danîna Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî da bi hevkarî ligel çend rojnamevanan li cîhanê, wek dilsoziyekê bo karê Şîfa Gerdî û rêzgirtina karê hemû rojnamevanên ku bûne qurbanî ji bo eşkerekirina tawanên DAIŞê. Ev xelat salane digihe rojnamevaneke ku zehmetiyeke zêde kişandibe bo guhastineke serkeftî ya zanyariyan bi awayekî meydanî.

Rojnamevana ku îsal ji aliyê komîteya hilbijartina Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ve wek wergira Xelata Şîfa Gerdî hatiye destnîşankirin, bi rastî ji ber karê wê yê dijwar bo guhastina zanyariyan ji cihên şer û hevrikiyan, ji ber karê wê yê hûrbîn bo nîşandana rastiyan li dezgeheke mezin a medyayî ya cîhanê û herwisa karkirina wê bi bêdengî bo alîkarî kirina lêqewimiyan, hêjayî vê xelatê ye û em pîrozbahiyê li wê dikin.

Gelî rêzdaran..

Her çiqasî sala borî li gor 16 salên berê, salek bû kêmtir rojnamevanan tê de jiyana xwe ji dest dan, lê hejmar hêj pir mezin e. Çimkî 49 rojnamevan par hatin kuştin û 389 rojnamevan li ser karê rojnamevanî hatin girtin û niha 250 rojnamevan li ser karê rojnamevanî di zindanên welatên cîhanê de ne. Mixabin di vê cîhana berfireh de tenê ji sedî 8ê wê cihekî aram û bê rêgirî ye bo karê rojnamevanî. Ev nîşane û gefeke pir metirsîdar e li ser azadiyê di cîhanê de.

Hertim berhema azadiya karê rojnamevanî, kêmkirina gendelî û zordarî û nedadmendiyê ye. Hertim berhema azadiya karê rojnamevanî birêvebirineke baş e. Lewra jî rojnamevanî karekî pir bilind ê mirovatiyê ye û her lewma jî bi berdewamî rojnamevanên dilêr û rastbêj hezkiriyên xelkê ne. Lê mixabin hêj rêgirî li pêşberî karê rojnamevanî pir in.     

Pêşketina teknolojî sûdeke mezin gihand berfirehî û zêdebûna bandora karê rojnamevanî. Di heman demê de rûbera azadiya derbirînê firehtir kir. Civaka navneteweyî cara yekem di nîsana 1991ê de biryarek bo parastina kurdan derxist. Yek ji hokarên sereke yên derxistina wê biryarê ji aliyê Civata Ewlekariya Navneteweyî ve ew guhastina fireh a koçberiya gelê Kurdistanê ji aliyê dezgehên medyayî yên cîhanê ve bû. Ev bo xelkê vê navçeyê destpêka dîtina bandora derketina azarên wan di ragihandina cîhanê de bû.

Amadebûyên rêzdar...

Îro ku em vê merasîmê saz dikin, kesûkarên hemû şehîd û qurbaniyên şerê DAIŞê li lehengî û qurbaniyên kesûkarên xwe hizr dikin. Li vir em rêzê li hemû pêşmergeyên şehîd û fidakariya wan hemû hêzan digirin ku di şikandin û têkbirina DAIŞê de beşdar bûn.

Gelê Kurdistanê di dema şerê DAIŞê de gelek qurbanî da, lê rola sereke jî lîst di girtina rê de li ber belavbûn û mana metirsiya DAIŞê li navçe û cîhanê. Hovîtiya DAIŞê li hemberî gelê Kurdistanê bêsînor bû. Komkujiyên wê li Kurdistanê û revandina bi hezaran kurdên Êzdî, nîşandereke eşkere ya beşekî wan dijminatiyên plankirî yên DAIŞê li hemberî gelê Kurdistanê bû. Lê rola pêşmergeyan bi fermandeyiya meydanî ya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî û hevkariya hêzên hevpeymanan, roleke giring lîst di ragirtin û têkşikandina êrîşa DAIŞê li Herêma Kurdistan û Kobanê. Bi têkşikandina DAIŞê li Şingal û Kobanê destpêka têkşikandina DAIŞê li Mûsil û cihên din ên Iraq û Sûriyê jî dest pê kir. Herwisa Hêzên Sûriya Demokrat rola sereke lîstin bi hevkariya hêzên hevpeymanan di têkşikandina DAIŞê de li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê.Herwesa hêzên Iraqê.

Rojnamevan roleke dilêr lîstin di nîşandana tawanên DAIŞê û qehremantiya hêzan di nehîştina DAIŞê de. Em li Tora Medyayî ya Rûdawê, mîna herdem bi hemû şiyana xwe hewl didin bo dirêjahîdana karê Şîfa Gerdî û hemû hevkarên me, baweriya me bi pîroziya karê me pir xurt û bihêz e.

Amadebûna we di vê merasîmê de rêzgirtin e li giyanê pak ê hemû rojnamevanên ku dilêrî di guhastina zanyariyan de nîşan dan û jiyana xwe bo guhastina rastiyan gorî kirin.

Hûn bi xêr û xweşî hatin!

Zêdetir bixwîne

12:02

Duyemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevana Amerîkî Arwa Damon hat dayîn

Arwa Damon

Hewlêr (Rûdaw) – Bi amadebûna çend kesayetên Kurdista, Iraq, Rojhilata Navîn û Cîhanî “Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî” ya salane tê pêşkêşkirin

Tora Medyayî ya Rûdawê di salvegera sêyemîn a şehîdbûna rojnamevana jîr û diyar Şîfa Gerdî,  li ser navê wê “Xelata Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke jin a çalak ku rûmala şer kiriye.

Îro 22ê Sibata 2020 li bajarê Hewlêrê, di merasîmeke taybet de û bi amadebûna berpirsên bilind ên Kurdistan û Iraq û rojnamevanên navxwe û derve, Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya salane tê pêşkêşkirin.

Rojnamevana diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî 25ê Sibata sala 2017an di dema karê rojnamevanî de li bajarê Mûsilê jiyana xwe ji dest da.

Wek rêzgirtinekê ji bo canê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtûjiyên din de jiyana xwe ji dest dan û karê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de rastî zehmetiyan tên, Rûdawê salane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke jin.

Par Xelata Şîfa Gerdî ya salane rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa, ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande wergirtibû

Ji ber karên taybet û rûmalên berdewam bo mijar û bûyerên dijwar û metirsîdar, bi taybetî  rola wê ya şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê “Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî” ya sala 2019ê bo Jenan Moussa hatibû dayîn.

Şehîd Şîfa Gerdî navê wê yê bi temamî Şîfa Zîkrî Îbrahîm e, û 1ê Tîrmeha 1986an de ji dayîk bûye. Wêşana Rûdawê êvara roja 29ê Gulana 2013yan di saet 17.00ê de ligel Şîfa Gerdî û Şaho Emîn dest pê kiribû.

Şîfa Gerdî yekemîn risteya xwe ya bi navûdegn di bultenê de xwendibû: “Li welatê roj û agir, roja çarşemê dest bi pexşa Rûdawê dikin.”

Gerdî pêşkêşkar û bêjera nûçeyan û herwiha Rêvebera Output a Rûdawê bû, ku berî şehdîbûnê bernameya Fokus Mûsil pêşkêş dikir. Di 25ê Sibata 2017an de, dema ku li bajarê Mûsilê mijûlî karê rojnamevanî bû, Şîfa Gerdî şehîd bû.

Zêdetir bixwîne