Galeriya wêneyan

22-02-2020
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê îro merasîma belavkirina Xelata Salane ya Şehîd Şîfa Gerdî birêve çû.

Di wê merasîmê de Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevana Amerîkî ya diyar Arwa Damon ku peyamnêra CNN Internationalê ye li Rojhilata Navîn, hat dayîn.

Jibilî Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê, hejmareke zêde ya kesayetên ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê di merasîma belavkirina Xelata Şîfa Gerdî de amade bûn.