Ako Mihemed: Xelata Şîfa Gerdî digihe rojnamevaneke ku zehmetiyeke zêde kişandibe

Merasîma belavkirina ‘Xelata Şîfa Gerdî’ bi amadebûna hejmareke zêde ya kesayetên ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê dest pê kir.

Merasîmê piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna qurbaniyên şerê DAIŞê, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, gotarek pêşkêş kir.

Ako Mihemed di destpêka axaftina xwe de xêrhatin li beşdarên merasîmê kir û kêfxweşiya xwe bi amadebûna wan anî ziman û got, "Ev xelat salane digihe rojnamevaneke ku zehmetiyeke zêde kişandibe bo guhastineke serkeftî ya zanyariyan bi awayekî meydanî."

Gotara Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed wiha ye;

Mêvanên rêzdar..rojnamevanên delal...

Em bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê û Borda Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi xêr hatina we dikin bo merasîma dayina duyemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî. Em bi amadebûna xwe kêfxweş in.

Em bi xêr hatina Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê û Seroka UNAMI Jeanine Plasschaert dikin. Cenabê wê keseke pir hezkirî ye li ba gelê Kurdistan û Iraqê ji ber helwestên wê yên dilêr û bergiriya xwepêşander û rojnamevanan li Iraqê, herwisa ji ber helwest wergirtina wê ya berdewam bo şermezarkirina êrîş û kuştin û revandinên ku li dijî xwepêşanderên Iraqê dihatin encamdan. Em pir dilxweş in ku cenabê wê îsal axêvera sereke ya merasîma dayina duyemîn Xelata Şîfa Gerdî ye û li vir ligel me ye.

Şerê DAIŞê ji bo rojnamevanan pir dijwar û xwîndarî bû. Li gor amarên rêxistinên cîhanî, di dema rûmalkirina şerê DAIŞê de 91 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan li Iraq û Sûriyê. Lê bi rastî amarên rêxistinên navçeyî amaje didin şehîdbûna bêtirî 100 rojnamevanî. Mixabin ta niha 5 rojnamevan di şerê DAIŞê de serwinda ne. Yek ji wan peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ye ku di 15.12.2014an de li ser rêya Qamişlo - Helebê ji aliyê DAIŞê ve hate girtin.

Amadebûyên rêzdar...

Piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî di 25ê sibata 2017an de, di dema tomarkirina beşekî bernameya xwe de li ser yek ji komkujiyên DAIŞê li bajarê Mûsilê, Civata Rêveberên Tora Medyayî ya Rûdawê biryara danîna Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî da bi hevkarî ligel çend rojnamevanan li cîhanê, wek dilsoziyekê bo karê Şîfa Gerdî û rêzgirtina karê hemû rojnamevanên ku bûne qurbanî ji bo eşkerekirina tawanên DAIŞê. Ev xelat salane digihe rojnamevaneke ku zehmetiyeke zêde kişandibe bo guhastineke serkeftî ya zanyariyan bi awayekî meydanî.

Rojnamevana ku îsal ji aliyê komîteya hilbijartina Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ve wek wergira Xelata Şîfa Gerdî hatiye destnîşankirin, bi rastî ji ber karê wê yê dijwar bo guhastina zanyariyan ji cihên şer û hevrikiyan, ji ber karê wê yê hûrbîn bo nîşandana rastiyan li dezgeheke mezin a medyayî ya cîhanê û herwisa karkirina wê bi bêdengî bo alîkarî kirina lêqewimiyan, hêjayî vê xelatê ye û em pîrozbahiyê li wê dikin.

Gelî rêzdaran..

Her çiqasî sala borî li gor 16 salên berê, salek bû kêmtir rojnamevanan tê de jiyana xwe ji dest dan, lê hejmar hêj pir mezin e. Çimkî 49 rojnamevan par hatin kuştin û 389 rojnamevan li ser karê rojnamevanî hatin girtin û niha 250 rojnamevan li ser karê rojnamevanî di zindanên welatên cîhanê de ne. Mixabin di vê cîhana berfireh de tenê ji sedî 8ê wê cihekî aram û bê rêgirî ye bo karê rojnamevanî. Ev nîşane û gefeke pir metirsîdar e li ser azadiyê di cîhanê de.

Hertim berhema azadiya karê rojnamevanî, kêmkirina gendelî û zordarî û nedadmendiyê ye. Hertim berhema azadiya karê rojnamevanî birêvebirineke baş e. Lewra jî rojnamevanî karekî pir bilind ê mirovatiyê ye û her lewma jî bi berdewamî rojnamevanên dilêr û rastbêj hezkiriyên xelkê ne. Lê mixabin hêj rêgirî li pêşberî karê rojnamevanî pir in.     

Pêşketina teknolojî sûdeke mezin gihand berfirehî û zêdebûna bandora karê rojnamevanî. Di heman demê de rûbera azadiya derbirînê firehtir kir. Civaka navneteweyî cara yekem di nîsana 1991ê de biryarek bo parastina kurdan derxist. Yek ji hokarên sereke yên derxistina wê biryarê ji aliyê Civata Ewlekariya Navneteweyî ve ew guhastina fireh a koçberiya gelê Kurdistanê ji aliyê dezgehên medyayî yên cîhanê ve bû. Ev bo xelkê vê navçeyê destpêka dîtina bandora derketina azarên wan di ragihandina cîhanê de bû.

Amadebûyên rêzdar...

Îro ku em vê merasîmê saz dikin, kesûkarên hemû şehîd û qurbaniyên şerê DAIŞê li lehengî û qurbaniyên kesûkarên xwe hizr dikin. Li vir em rêzê li hemû pêşmergeyên şehîd û fidakariya wan hemû hêzan digirin ku di şikandin û têkbirina DAIŞê de beşdar bûn.

Gelê Kurdistanê di dema şerê DAIŞê de gelek qurbanî da, lê rola sereke jî lîst di girtina rê de li ber belavbûn û mana metirsiya DAIŞê li navçe û cîhanê. Hovîtiya DAIŞê li hemberî gelê Kurdistanê bêsînor bû. Komkujiyên wê li Kurdistanê û revandina bi hezaran kurdên Êzdî, nîşandereke eşkere ya beşekî wan dijminatiyên plankirî yên DAIŞê li hemberî gelê Kurdistanê bû. Lê rola pêşmergeyan bi fermandeyiya meydanî ya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî û hevkariya hêzên hevpeymanan, roleke giring lîst di ragirtin û têkşikandina êrîşa DAIŞê li Herêma Kurdistan û Kobanê. Bi têkşikandina DAIŞê li Şingal û Kobanê destpêka têkşikandina DAIŞê li Mûsil û cihên din ên Iraq û Sûriyê jî dest pê kir. Herwisa Hêzên Sûriya Demokrat rola sereke lîstin bi hevkariya hêzên hevpeymanan di têkşikandina DAIŞê de li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê.Herwesa hêzên Iraqê.

Rojnamevan roleke dilêr lîstin di nîşandana tawanên DAIŞê û qehremantiya hêzan di nehîştina DAIŞê de. Em li Tora Medyayî ya Rûdawê, mîna herdem bi hemû şiyana xwe hewl didin bo dirêjahîdana karê Şîfa Gerdî û hemû hevkarên me, baweriya me bi pîroziya karê me pir xurt û bihêz e.

Amadebûna we di vê merasîmê de rêzgirtin e li giyanê pak ê hemû rojnamevanên ku dilêrî di guhastina zanyariyan de nîşan dan û jiyana xwe bo guhastina rastiyan gorî kirin.

Hûn bi xêr û xweşî hatin!