DÊRSIM - Kurdên Elewî li DMMEyê li dijî Tirkiyê doz vekirin

Dêrsim (Rûdaw) - Kurdên Elewî yên Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ji ber piştguhxistina maf û daxwazên wan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doz vekirin.

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî di sala 2017an de, Tirkiyê bi binpêkirina mafên Kurdên Elewî tometbar kiribû û biryar dabû ku Enqere, maddî û manewî ceza bike. 45 hezar û 400 euro ceza li Tirkiyê hatibû birîn.

 

Kurdên Elewî di giliya xwe de diyar kirine ku cudakariya olî û kultûrî li hemberî wan tê kirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî piştevaniya daxwazên Kurdên Elewî dike.

 

Welatiyên Elewî nîgeran in ji ber ku hikûmetê mafên wan binpê dike û gelek caran rêgiriyê li mafên wan dike û ew neçar bûne berê xwe bidin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

 

Li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmareke zêde ya bawermendên Elewî hene. Hikûmeta Tirkiyê di dawiya sala 2014an de biryar da ku elewîtî ne ol e.

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di Hezîrana 2017an de, Tirkiyê bi binpêkirina mafê Kurdên Elewî tometbar kir û biryar da ku Enqere, maddî û manewî ceza bike. 45 hezar û 400 Euro ceze li Tirkiyê hate birîn.

 

Lê rayedarên Tirkiyê ew ceza red kir û daxwaz kirin ku wî cezayî bo 23 hezar û 300 euroyan kêm bikin.

 

Dadgeha Ewropayê jî rjid bû ku ew pere hatiye diyarkirin û divê bo rêkxistin û komeleyên Kurdên Elewî bê dayîn.