Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rewşa zimanê Kurdî xirab dibe

22-02-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Roja Zimanê Ddayikê Kurdî Enqere
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Di salên borî de ne tenê li Bakurê Kurdistanê li gellek metropolên Tirkiyê jî Rroja Zimanê Dayîkê ji aliyê kurdan ve bi bername û çalakiyên cuda cuda dihate pêşwazî kirin, lê îsal ji ber rewşa awarte gellek bername û çalakî hatine qedexe kirin. Li  paytextê Tirkiyê Enqerê jî çi komeleyên dersa Kurdî bidin nemane, tenê çend mamoste bi derfetên kêm li kafeteryayan dersê Kurdî didin.


Li Enqere 21ê Sibaê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bê bername û bê çalakî û di bin siya rewşa awarte de hate pêşwazî kirin.  Buket Kurdeke Serhedê ye û mamosteya Kurdî ye ku heta par jî wê li Komeleya bi navê  Kurdî-Der  ders dida lê niha tenê yek xwendekarê wê maye û ew neçar e ku dersên xwe jî li kafeteryayekê bide. 


Mamosteya zimanê Kurdî Buket Resuloglu ji Rûdawê re wiha got: “Berê derfetên me hebûn em li Kurdî-Der dersê bidin. Niha derfetên me kêm in û em li kafeyê dersê didin. Polên me nînin û derfet û xwendekarên me kêm in.”


Hikumeta Tirkiyê di dema proseya çareseriyê de çend mafek ji bo zimanê Kurdî diyar kiribûn ku di nav de vekirina televiyoneke Kurdî û perwedeya Kurdî li çend zankoyan hebûn . Mamosteyê Kurdî û nivîskarê pertûka Kurdiya Nujen Çeto Ozel jî pêngavên hikûmeta Tirkiyê weke taktîk û demkî dibîne.


Derbarê mijarê de  zimanzan û mamoste Çeto Ozel jî wiha axifî: “Rêya pêşiya Kurdî bi yasa û qanûnan hatiye girtin. Gorî  xala 42 û xala 3 ya destûra bingehîn a Tirkiyê bi Kurdî yan jî bi zimanekî din perwerde hatiye qedexekirin. Ji ber wê fişereke zêde li ser rewşenbîr û xwendekar û nivîskarên Kurd heye û ew nikarin pêş ve biçin.”


Ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve ji bo zaravayên  kurmancî û zazakî yên Kurdî sala 2014ê 17 masmote, sala 2015ê 9 sala 2016ê 10 û sala 2017ê jî tenê 3 mamoste hatine erkdarkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst