100 sal di ser jidayîkbûna helbestvanê Ey Reqîb re derbas bû

22-02-2018
RÛDAW
Zanîngeha Koye konferansek li ser ziman, helbest û hizra netewî ya Dildar saz kir
Zanîngeha Koye konferansek li ser ziman, helbest û hizra netewî ya Dildar saz kir
Nîşan Yûnis Reûf Dildar Ey Reqîb Koye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 100 sal di ser jidayîkbûna Yûnis Reûf ê bi nasnavê Dildar re derbas bû ku nivîskarê helbesta Ey Reqîb e.

 

Bi boneya bîranîna nivîskarê sirûda netewî ya Kurdî Ey Reqîb ku navê rastîn ê helbestvanê Ey Reqîbê Yûnis Reûf e û bi nasnavê Dildar tê nasîn, Zanîngeha Koye konferanseke zanistî li ser ziman, helbest û hizra netewî ya Dildar saz kir. Di konferansê de 37 lêkolînên li ser berhemên Yûnis Reûf hatin gengeşekirin. Hêjayî gotinê ye ku ev yekem konferans e ku li ser berhemên nivîskarê sirûda netewî ya Kurdî tê lidarxistin.

 

Serokê Zanîngeha Koye Alk. Prof. Dr. Welî Mihemed ragihand: “Ev bîranîneke giring e, mirovekî dîrokî li vir jidayîk bûye, bîranîna me ya vê salê bi roja zimanê dayîkê ya cîhanî re hevdem e.”

 

Helbestvan Dildar 30 sal jiyaye, lê her dem tê gotin ku "kêm jiya, lê bi serbilindî jiya", du sal beriya wefata Dildar, di sala 1946an de helbesta wî ya Ey Reqîb li Mehabadê weke sirûda niştimanî ya Komara Kurdistanê hate pejirandin.

 

Gelemperiya Kurdan navê Ey Reqîb bihîstine, lê helbestvan û nivîskarên Kurd diyar dikin, tevî ku 100 sal derbas bûye, heta niha qasî giringiya wî, nav û berhem û jiyana Dildar nayê nasîn.

 

Helbestvan û nivîskar Dr. Ekrem Xamoş ji Rûdawê re ragihand: “Ne tenê niha, herwiha di serdema wî de jî ji bo Dildar çi bihata kirin, dîsa kêm bû.”

 

Nivîskar Peywest Xoşnaw jî ji eşkere kir: “Ji aliyê wêje û dîrokê ve awirek li Dildar hate dan, lê gelek aliyên din hene ku hatine paşguhkirin, ji wan; aliyê wî yê siyasî, Dildar sekreterê partiyekê bû, herwiha aliyê yasayî jî hatiye paşguhkirin, çimku ew parêzer bû.”

 

Yûnis Reûfê bi nasnavê Dildar di 20ê Sibata 1918an de li Koye ya Başûrê Kurdistanê jidayîk bû, ji bilî nivîskariyê, taybetmendiya wî ya siyasî jî hebû ku ew Sekreterê Partiya Hîwaw û Serokê Komeleya Darkar bû ku komeleyeke şoreşgerî bû. Lêkolînên li ser wî derdixin holê ku Dildar, dildarê wêje, ziman, çand û hizra netewî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst