Ji bo Altan Tan 38,5 sal zîndan

22-02-2017
RÛDAW
Nîşan Tirkiye HDP Amed Altan Tan Zîndan
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Ji bo Parlamenterê HDPê yê Amedê, Altan Tan 38,5 sal cezayê girtîgehê hat xwastin.

 

Piştî rabûna parêzbendiya li ser parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), vekirina dozan li dijî wan li dadgehên Tirkiyê û herwiha destserkirin û girtina wan berdewam e.

 

Serdozgeriya Amedê derheqê Parlamen terê HDPê yê Amedê Altan Tan de jî doz vekiriye û dosyayeke 304 rûpelî li ser wî amade kiriye.

 

Doza ku derheqê Tan de hatibû amadekirin, ji aliyê Dadgeha 5emîn a Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirine.

 

Altan Tan ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve bi endamtiya rêxistina terorî, beşdariya di çalakiyên rêxistinê de û propagandeya ji bo PKKê hatiye tohmetbarkirin.

 

Di îddianameyê de hat diyarkirin Altan Tan di Kongreya Civaka Demokratîk de li gor îdeolojiya damezrênerên PKKê tevgeriyaye û xwedî li çalakiyên çekdarî yên PKKê derketiye.

 

Herwiha li gorî dosyayê, Tan bi serkirdeyên PKKê yên weke Sabri Ok, Murat Karayilan, Abdullah Ocalan, Sulbus Peri û herwiha li ber afîş û sembolên PKKyê wêne kişandiye û li ser wê yekê hatiye tohmetbarkirin.

 

Di beşeke din a îdianameyê de hatiye gotin, ku Altan Tan hewl daye, ku kiryarên PKKê rewa nîşan bide.

 

Piştî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê,13 parlamenterên wê partiyê tevî hevserokên wê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatine girtin. Herwiha bi sedan endamên HDPê jî hatine girtin.

 

Ji aliyekê din ve dewleta Tirkiyê dest daniye ser hejmareke zêde ya şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ku di destê HDPê de bûn û şaredar ji kar avêtine û li cihên wan qeyûm danîne.

 

HDP girtina parlamenter, endam û şaredarên xwe bi projeyeke siyasî bi nav dike û dibêje, ti bingeheke dadê ji bo kiryarên hikûmeta Tirkiyê yên li hemberî wan nîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst