HSDê piştî Şedadê berê xwe da Dêrazorê; 16 km pêşve çûye

22-02-2016
RÛDAW
Nîşan HSD Şedad Dêrazor Operasyona Xezeba Xabûrê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hêzên Sûriya Demokratîk di berdewamiya operasyona Xezeba Xabûrê de ber bi Dêrazorê ve pêşde diçin. Hat ragihandin, şervanên HSDê piştî kontrolkirina navçeya Şedadê, li ser rêya Dêrazorê 16 km pêşve çûye.

 

Piştî kontrolkirina bajarê Şedadê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûrriya Demokratîk 16 kîlometran li ser riya Dêrazorê pêşve çûn, lê heya niha welatiyên sivîl venegeriyane nava Şedadê.

 

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk da xuyakirin ku şervanên wan, di 6 rojên operasyona Xezeba Xabûr de 2 hezar û 400 kîlometir li başûrê Hesekê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine.

 

Telel Silo ev yek jî anî ziman, ku heya niha bajarokê Şedadê bi temamî ji mayin û teqemeniyan nehatiye paqijkirin, ji ber vê jî wan daxwaz ji xelkê sivîl û rojnamevanan kir ku niha derbasî nava Şedadê nebin.

 

Piştî kontrolkirina bajarê Şedadê, hêzên HSDê 16 kîlometran li ser riya Dêrazorê pêşve çûne û çekdarên DAIŞê jî niha hewil didin, hêzeke zêdetir ji aliyê Dêrazorê bînin û li ser riya Hesekê bicih bikin.

 

Berdevkê HSDê Telal Silo derbarê encamên operasyona ‘Xezeba Xabûrê’ de ragihand: 




“Operasyona ‘Xezeba Xabûrê’ di 16ê Sibatê de destpê kir. Di 19ê Sibatê de jî bajarê Şedadê hate rizgarkirin. Bi rêya rizgarkirina Şedadê, wê hêzên me, di vê opoerasyonê de, 2400 kîlometre duca azad kiribin. Hêj bajarê Şedadê tijî mayin û bombe ye, ku rêxistina terorî, weke her carê, danîne. Êdî niha yekîneyên me yên pispor wan mayin û bombeyan radikin û bajêjr ji wan pak dikin. Her ji ber ku dibe hin terorîst û xwekuj ji rêxistina DAIŞê li nav bajêr veşartî hebin, lewma heta niha rê nehate dan ku sivîl yan rojnamevan derbasî bajêr bibin, ji boyî parastina jiyana wan. Rûberê ku hatiye girtin bi tevayî ne di bin kontrolê de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst