SIPRI: Tirkiye ji ber Kurdan bêtir çek kirrîne

Dusseldorf (Rûdaw) - Di navbera 2011ê û 2015ê de dîsa firotina çekan li seranserê dinyayê zêde bû. Herî zêde Amerîkayê çek firotine. Çekkirrên herî mezin jî dewletên Rojhilata Navîn in. Ji ber şerê li hemberî Kurdan, Tirkiyê jî kirrîna çekan zêde kiriye.

Li gor raporta Enstîtuya Aştiyê ya Stockholmê SIPRI, ku roja duşemê belav kiriye, di salên 2011 heta 2015 de, li gor 5 salên pêştir, nirxê çekên ku hatine firotin ji sedî 14 zêde bûye. 20 salên beriya wê, firotina çekan her ku diçû kêmtir dibû. Amerîka (33%) û Rûsya (25%) bi navbereke mezin di serê lîsteya welatên çekfiroş de ne, li paş wan Çîn, Frensa û Almanya tên.

Piştî Hindistanê, di van salên dawî de Erebistana Siûdî herî zêde çek kirrîne. Welatên Kendavê Qeter û Mîrnişînên Erebî jî bûdçeya xwe ya ji bo kirrîna çekan zêde kirine.

Li gor lêkolinerê SIPRI Pieter Wezeman, Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku kirrîna çekan zêde kiriye, ew jî ji ber ku Tirkiye dixwaze li herêmê xwedî gotin be û rolekê bileyîze, ya din jî ji ber şer û aloziya ligel Kurdan.

Li gor Wezeman, ji ber şerê li Sûriyê, her ku diçe bêtir welatên herêmê artêşên xwe nû dikin û çekên nû dikirrin. Lê tiştê balkêş li gor Wezeman ew e, ku pirraniya çekan ji wan welatên tên, ku niha ji bo aştiya li Sûriyê di nav hewldanan de ne, ango Amerîkayê, Rûsya û dewletên ewropî.

Li gor Wezeman ev yek tenê di awira destpêkê de weke nakokî xuya dike, ji ber ku di rastiya xwe de pirraniya welatên rojavayî li Sûriyê alîgirên çereseriyeke leşkerî ne.