Kantona Kobanî: Beriya operasyonê tirk bi me re rûniştin

Kobanî (Rûdaw) – Berdevkê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanî, Îdrîs Nehsan eşkere kir ku leşkerên Tirk ji bo operasyona tirbeya Şah Silêman bi wan re hevdîtin kirin.

Tirkiyê şeva borî tirbeya Şah Silêman û leşkerên ku ew der diparastin, ji Sûriyê veguhestibû nav axa xwe.

Berdevkê Desteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Kobanî, Îdrîs Nehsan li ser operasyonê ji Rûdawê re got, beriya operasyonê şandeke fermî ya Tirkiyê bi rêveberiya Kantona Kobanî re hevdîtin kir.

Nehsan da zanîn, ji bo veguhestina leşkerên tirk ên ku tirbeya Şah Silêman diparastin, rêveberiya Kobanî destûr da ku leşkerên tirk ji navçeya Pirsûsê derbasî Kobanî bibin.

Wî rayedarê Kobanî diyar kir ku eger wan rê nedaba wê çaxê leşkerên tirk nikarîbûn derbasî Kobanî bibin.

Hat zanîn ku ew rêya ku leşkerên tirk tê re debasî Kobanî bibûn, ji aliyê YPGê ve hatibû kifşkirin.

Ji aliyekî din, YPGê jî ragihand ku di operasyona tirbeya Şah Silêman de beşdar bûne û alîkariya leşkerên tirk kirine.

Tirbeya Şah Silêman 33 km dûrî bajarê Kobanî û li kêleka çemê Feratê ye.