Asayîsha PYDê 8 alîgirên Esed li Efrînê girtin

 

Efrîn (Rûdaw)- Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 11 kesên ku ji bo piştgirîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed derketibûn xwepêşandanê, ji aliyê asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatin girtin, piştre 3 ji wan hatin berdan.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê ragihand ku roja şemiyê ya borî (15/2/2014) li navçeya Mabata ya Efrînê 11 xort serdana qebra Yaxmir Dede, ku mezareke Elewiyan e (2 km dûrî Mabata) kiribûn û ji bo baran bibare li wê mezarê nimêj kiribûn.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku piştî nimêja xwe xelas kirin, ew 11 xort xwepêşandan kirin û piştgiriya xwe bo serokê Sûriyê Beşar Esed anîn ziman û xwepêşandana wan bê ti astengî derbas bû.

Peymanêrê Rûdawê got ku piştî ew xort vedigerin malên xwe, ji aliyê asayişa PYDê ve têne binçavkirin û tenê 3 xort tên berdan û yên din têne girtin Ew 8 kesên ku di girtîgeha asayişa PYDê de ne temenê wan di bin 16 salan re ye.

Gundê Mabata şêniyên wê bi temamî Kurdên Elewî ne û alîgirên gellek partiyên Kurd tê de hene.